Amerîka pişta YPG`ê berdide û pişta Tirkîyê digire

Amerîka pişta YPG`ê berdide û pişta Tirkîyê digire

Rojnameya Washington Postê ya amerîkî diyar kir, piştî ku têkiliyên Amerîkayê ji ber piştgiriya Washingtonê ji YPG`ê bi Tirkiyê re xera bûbûn, birêveberiya Amerîkayê niha hewl dide ku têkiliyên xwe bi Tirkiyê re li ser hesabê kurdan baş bike ku ev jî dê têkiliyên wê bi hevalbendên wê yên kurd re xera bike.

Li gorî rojnameyê, rayedarên amerîkî û tirk gotine ku birêvebeirya Amerîkayê ji Enqereyê re ragihandiye ku dê hêzên kurdan ji bajarê Minbicê vekişîne û dê wan li rojhilata Firatê bi cî bike ku Tirkiyê gelek caran ev tişt daxwaz kiribû.

Hêjayî gotinê ye ku wan çavkaniyan dem û çawaniya vekişîna wan hêzan diyar nekirine û hat destnîşankirin ku komên girêdayî hikûmetên Amerîka û Tirkîyê dê sr vê mijarê gotûbêjê bikin.

Her Amerîkayê îsrar kiriye ku armanca wê li herêmê, DAIŞ e û ligel gazincên Tirkiyê jî, her tekez kiribû ku kurd bibandortirîn hevparên wê yên li dijî DAIŞ`ê ne.

Fermandarên amerîkî li Minbic û derdora wê berî niha hişyarî dabûn ku leşkerên amerîkî li wir in û dê kurdan li hemberî êrîşên Tirkiyê biparêzin.

Li gorî nûçeyê, li beramberî vê soza Amerîkayê ya ku şervanên kurdan ji Minbicê derîne, Tirkiye dê destûrê bide Amerîkayê ku baregeha Incrilikê ji bo lêdana DAIŞ`ê bi kar bîne.

Piştî ku fermandarên amerîkî di gera xwe ya li herêmê de ji rojnamevanên amerîkî re pesnê şervanên kurdan dabûn û soz dabû ku dê ligel wan li dijî Tirkiyê şêrr bikin, rayedarên Tirkiyê gelekî hêrs bûbûn.

Ji aliyê din ve, rayedarên amerîkî gotibûn ku "piştî çend salan ji perwerdekirina hêzên kurd û avakirina têkiliyên şexsî yên kûr, ev tişt dê zehmet be."

Lê wisa diyar e ku rayedarên payebilind ên leşkerî û dîplomasiyê ku têkiliyên ligel Tirkiyê gelekî giring dibînin, gihiştine wê baweriyê ku êdî nikarin wan têkiliyên xwe kûr ligel kurdan biparêzin.
..............
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

haj 2018