Amerîka û medyayên biyanî kombûnên xelkê li Îranê wek derfetek ji xwe re dizanin

Amerîka û medyayên biyanî kombûnên xelkê li Îranê wek derfetek ji xwe re dizanin

Karbidestên amerîkî û medyayên biyanî û yên dijî Inqilabê bi mihanekirin û behregirtina nerewa ji kombûnên xelkê Îranê yên bona diyarkirina nerezamendiya xwe li hemberî bihabûna hin kel û melan, xebitîn van kombûnên gelanî ji riya xwe ya rastîn bixalifînin û van kombûnan ber bi alozîçêkirinê bikişînin.

Li gor rapora IRIB News`ê, Piştî kombûna xelkê li hin bajarên Îranê li van du rojana bona diyarkirina nerezamendiyên xwe li hemberî nediyarbûna rewşa sermayeyên wan li cem hinek ji navendên abûrî û ji ber bihabûna hinek ji kel û melan û lawaziya dewletê li van babetan, hinek ji kesên nenas û alozîçêker bi pilanekî ji berê organîzebûyî xebitîn aloziyan pirtir bikin û ji vê mecalê istifade kirin û êrişî ser çend navendên dewletî, bank û ciyên giştî kirin.

Xebata van kesên ku dixebitin rewşa welêt aloz bikin û xelkê ji wan xwestekên serekeye xwe bixalifînin rastî piştgîriya karbidestên amerîkî, medyayên biyanî û dijî inqilabê ji wan medyayên bin piştevaniya Alê Seûd li navçê hatiye.

Dewleta Amerîka jî li daxûyaniyekî dijî Îranê , ji welatên cîhanê xwest ku piştevaniya gelê Îranê bikin.

Hevçaxî van cure siyasetên dijî Îranê ji aliyê Amerîkayê ve medyayên hin welatên rojavayî û Seûdî jî xebateke berfireh dikin ta ku van kombûnên li nav hindek ji bajarên Îranê siyasî nîşan bidin.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê wek berteka li hemberî gotinên rayedarên amerîkî yên ji bo destwerdana li karên navxweyî yên Îranê pêgirî kir: Gelê Îranê girîngîyê nade durişmên fitnekarane yên rayedarên Amerîkayê.

Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê bi şermezarkirina gotinên sivik, kirêt û bêqîmet ên rayedarên amerîkî got: Gelê Îranê bê guman pişkdarîya çalak a Trump li binpêkirina mafên mirovan ên gelên Filistîn, Behrêyn û Yemenê, boykotên li gorî kînê yên serokomarê Amerîkayê li ser gelê hêja yê Îranê di warê girtina pêşîya derbasbûna wan nav axa Amerîkayê û girtina hejmareke zêde ya îranîyên niştecihê vî welatî ku bi hecetên pûç pêk hatîye, ji bîr nake.

Eva cara ewilê nîne ku Amerîka hema eşkera xwetêkeliya nav karûbarên Îranê dike lê her car ji ber hişyariya gelê Îranê ev xwetêkeliyên Amerîka rastî işkestê hatine.

Li sala 2009 jî Amerîkayê piştevaniya kombûnên neqanûnî yên nav îranê kir ku hedefa van piştevaniyan derbelêdana bi nizama Komara îslamî ya Îranê bûye bi curekê ku Hîlarî Kilînton wezîra karên derve ya wê çaxêye Amerîka hema eşkera ragihand ku em piştevaniya ajawegêran dikin.
...............
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

haj 2018