Amerîkayê xwest ku Kurd tev li Cenevê bibin

  • Kodê Nûçe : 869898
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Çavkaniyeke dîplomatîk a kurdên Sûriyê ragihand ku rayedarên amerîkî di civîna li gel wan a roja sêşemê de ji wan re pêşniyar kiriye ku pêwîst e, kurd jî tev li gotûbêjên Cenevê bibin.

Nûnerê Taybet ê NYyê Staffen De Mistora duh bi Heyeta Gotûbêjker a Bilind a dijberiya Sûriyê ya ku Nesir Herîrî serokatiya wê dike re civiyabû ku niha li benda şandeya Hikûmeta Sûriyê ye ku were.

Rojnama Eşerq el Ewsetê ragihand ku "çavkaniyeke dîplomatîk a kurdên Sûriyê ji wan re eşkere kiriye ku rayedarên amerîkî di civîna li gel wan a roja sêşemê de ji wan re pêşniyar kiriye ku pêwîst e, Hêzên Sûriya Demokratîk ku hevpeymaneke kurd û ereb e tev li gotûbêjên Cenevê bibin".

Hêjayî gotinê ku sedema ku heta niha kurd tev li civînên Cenevê nebûne, dijderketina Enqere û hinek dijberên sûrî ye.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*