Artêşa Sûrîyê çoltera Dêrezorê tam azad kir

Artêşa Sûrîyê çoltera Dêrezorê tam azad kir

Fermandetîya giştî ya artêşa Sûrîyê ragihand: Eskerên vî welatî bi alîkarîya hêzên hewayî, çoltera Dêrezorê tam ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê azad kir û deverek bi beratîya 5800 kîlomtrên çarkunc paqij kir.

Li gorî rapora kanala El Axbariyê, fermandetîya gişt artêşa Sûrîyê li daxûyanîyekê pêgirî kir: Baregehên DAIŞ`ê û cihên bicihbûna têrorîstên DAIŞ`ê li bereyên curbicur heta sînorên îdarî yên parêzgeha Humsê hatin jinavbirinê û têrorîstên mayî jî revîn.

Li dewama daxûyanîya fermandetîya gişt artêşa Sûrîyê hatîye: Paqijkirina devereke wiha berfire li çola Sûrîyê heta sînorê digel Iraqê û têkbirina koma têrorîst a DAIŞ`ê li vê herêmê, mohreke piştrastkirina hêjatîya têkoşerên sûrî û nîşana pêkutîya hêzên artêşa vî welatî ji bo domandina teqîbkirina têrorîstan li vî welatî ye.

Artêşa Sûrîyê ji hêla din ve operasyona têrorîstên Bereya El-Nusrê ku dil hebûn bi maşînên bombekirî êrişî çeperên artêşê li derdora rojhilat û rojavaya şarê Derayê li başûra Sûrîyê bikin, pûç kir.

Çavkanîyekî leşkerî jî ragihand: Komên têrorîst bi rêya operasyonên xwekujîyê dil hene ewlehîya başûra Sûrîyê têk bibin û nehêlin ku lihevkirinên herêmî pêk bên.

Artêşa Sûrîyê opêrasyona azadkirina bajarê Derayê ji lepên têrorîstan ji duh ve destpê kir.
.................
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

haj 2018