Artêşa Sûriyê dê li Efrînê bi cih bibe

Artêşa Sûriyê dê li Efrînê bi cih bibe

Kanala têlêvîziyoniya libnanî ya El Meyadînê ragihand ku dewleta Sûriyê û hêêzn kurd li vî welatî nasyar bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li hev kirine ku artêşa Sûriyê li navçeya Efrînê bi cih bibe.

Vê kanala têlêvîziyonî Pêncşemiyê bi şev ji zarê çavkaniyên agah û taybet ragihand: "Dewleta Sûriyê û hêêzn YPGê li gotûbêjekê li hev kirine ku ser esasa wê, dê artêşa Sûriyê li navçeya Efrînê bi cih bibe".

Van çavkaniyan destnîşan kirin: "Lihevkirina dewleta Sûriyê û kurdan bi armanca sekinîna li hemberî êrîşên Tirkiyê li ser naçeya Efrînê li parêzgeha Helebê li bakurê Sûriyê hatiye bidestxistin".

Hevdem digel pêşdaçûna artêşa Tirkiyê û têroîstên bin fermana vî welatî ber bi Efrînê va, hêzên kurd ên sûrî pêşniyara dewleta Sûriyê ya bicihbûna artêşa vî welatî li navçeya Efrînê pejirandin.

Artêşa Sûriyê ji destpêka êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê ji hêzên kurd ra pêşniyar kir ku hêzên sûrî bi armanca girtina pêşiya êrîşa Tirkiyê ya bi navê "Çiqla Zeytûnê" li navçeyê bi cih bibin. Ev pêşniyar pêştir tûşî dijayetiya kurdên Sûriyê bû.

Artêşa Tirkiyê ji 20ê Çileya 2018an va destdirêjiya xwe ya leşkerî bi navê "Çiqla Zeytûnê" bêyî wergirtina îzna dewleta Sûriyê li Efrîna bakurê Sûriyê dest pê kiriye.

Armanca vê êrîşê şerê dijî komên kurd ên sûrî hatiye ragihandin. Wezareta karên derve ya Sûriyê êrîşa çekdarî ya Tirkiyê li bakurê wîw elatî wek binpêkirina hakimiyet û yekparçetiya axa Sûriyê daye zanîn.
..................
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

haj 2018