Erdogan:

Artêşa Tirkîyê û neyarên sûrî li êrişa ser Efrînê hevkarîyê dikin

Artêşa Tirkîyê û neyarên sûrî li êrişa ser Efrînê hevkarîyê dikin

Serokomarê Tirkîyê li axavtinekê basa hevkarîya artêşa vî welatî û neyarên sûrî li êrişa ser Efrînê kir.

Li gorî rapora Rojnama Dayli Sabah çapa Tirkîyê, Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê piştî civîna digel fraksyona AKP`ê ya li meclisê li koma nûçegihanan got ku wî dil tineye li bara opêrasyona Efrînê bi Donald Trump serokomarê Amerîkayê re biaxive lê gotûbêjên digel Viladimîr Pûtîn serokomarê Ûrsêtê dê bidomin.

Serokomarê Tirkîyê li bara vîya ku plana Amerîkayê ji bo pêkanîna artêşa 30 hezar kesî ya pêkhatî ji endamên PKK û YPG`ê li Sûrîyê bibe sedema bihêzbûna ewlehîya sînoran şik û gumana xwe dîyar kir û got ku heta dewleta Sûrîyê meyla wê ji bo pêşdebirina vê planê tineye.

Erdogan li vê civîna digel firaksyona AKP`ê ya li meclisê pêgirî li ser amadebûna Tirkîyê ji bo lidarxistina opêrasyonê li devera Efrînê li bakûra rojavaya parêzgeha Helebê  ûMinbicê li bakûra Sûrîyê ser navê Mertala Firatê kir.

Eva çend roj in ku artêşa Tirkîyê deverên Efrînê dide ber topan û li gorî rapora rojnameya Haberturkê tanken artêşa Tirkiyê li devera Hatayê ya li hemberî Efrînê bicih bûn.
.................
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

haj 2018