Aşûraya huseynî û serxweşîdayîna ji ber şehadeta Îmam Hisên (S)

  • Kodê Nûçe : 857454
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Sibê yekşem, 9 Mêhrê, dehemîn roja meha Muherema sala 1439 H.Q û 1 Cotmeha 2017`ê, roja Aşûraya huseynî ye.

Roja dehê Muheremê, salroja şehadeta salarê şehîdan, hezretê Îmam Huseyn (s), îmamê sisyan ê şîeyan e ku di 10 Muherema sala 61 ê H.Q li Kerbelayê di temenê,57 saliya xwe de şehîd bû.

Hezretê Îmam Huseyn (s) li riya Mekê bo Kerbelayê heta dema şehîdbûnê teqez kir: ``Mebesta min ji vê hereketê, riswa û rezîlkirina  hikûmeta li dijî Îslamê ya Yezîd û cihanîna  emrê bi merûf û qenciyan û nehykirina  ji tiştên munker û kirêt û rawestana li ber zilm û zordariyê ye û min ti armancek xêncî piştgiriya ji Qurana Kerîm û zindîxwayîkirina  ola Îslama resen a muhemedî tine.``

Eva erkdariyek bû ku Xwedê teala sipartibû hezretê Îmam Huseyn (s) û jibo cihanîna  vê erkdariyê li nîvroya  Aşûrayê tev hogirên xwe yên emegdar piştî nimêja nîvro ji aliyê yezîd ve hat şehîdkirin

 Xelkê bawermend ê Îrana Îslamî li heyamê meha Muheremê bitaybet li şev û roja  Tasûa û Aşûraya huseynî bi amadebûna li mizgevt û huseyniyan tazîdariyê dikin.

Şîngêrên Îmam Husêyn (S) tevî birêxistina merasima taybetî vê rojê, rêz û hurmeta xwe bo şehîdên Kerbelayê nîşan dan. Xwekirina kincên reş, raberkirina nezr û niyazê, xwendina ziyaretnameya Aşûrayê û lêdana li sînga xwe û zincîrlêxistin û tevgerên sembolîk û numadîn ên komên şîndar ji merasimên mezhebî di roj û şeva  Tasûaya Îmam Husêyn (S) li seranserî Îrana Islamî de bûne.

Saziya Radyo û Têlêvîziyona Komara Îslamî ya Îranê bi boneya hatina Tasûa û Aşûraya Hisênî sersaxiyê dide hemî misilmanan bi taybet şîeyan û azadîxwazên din ên cîhanê.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam