Awareyên Kerkûk, Selahedîn û Nêynewayê dikarin li Herêma Kurdistanê dengê xwe bidin

Awareyên Kerkûk, Selahedîn û Nêynewayê dikarin li Herêma Kurdistanê dengê xwe bidin

Li gorî gotina Cîgirê Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Rizgar Heme Mihyedîn, koçberên parêzgehên Kerkûk, Nêynewa û Selahedînê dê bikarin li parêzgehên Herêma Kurdistanê beşdarî proseya dengdanê bibin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Rizgar Heme Mihyedîn  ragihand, li gorî rêkeftina nivîsîngeha komîsyona parêzgeha Selahadîn û parêzgeha Silêmaniyê, dê karta dengdanê ya koçberên Xurmatoyê bişînin Silêmaniyê û koçber dikarin li wir kartên xwe werbigrin û beşdarî hilbijartinê bibin.

Rigzar Heme Mihyedîn got: “Bi heman awayî koçberên Kerkûk, Nêynewa û Enbarê jî dikarin li Herêma Kurdistanê di binkeyên hatine destnîşankirin de dengê xwe bidin. Ji bo vê armancê me hemû hêsankarî kirine.”

Li gorî gotina cîgirê serokêKomîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê hemî hêsankarî û tivdîrên pêwîst di vî warî de hatine kirin û dengder dikarin bi fikreke rehet û asûde dengê xwe bidin. Hilbijartinên parlimana Iraqê yê di 12`ê Gulanê de bên lidarxistin.

Zêde ji 7 hezar berbijar yê ji bo bidestxistina 329 kursîyên parlimanê bikevin rikeberîyê.

Mijara çawanîya pişkdarîya awareyên ji ber şerê dijî DAIŞ`ê li Iraqê di van mehên dawîyê de yek ji pirsgirêkên di navbera dewletê û neyarên pêvajoya sîyasî li vî welatî bûye ku bi heceta nepêkanbûna pişkdarîya awareyan li hilbijartinan dixwestin hilbijartin paşda bên avêtinê lê dawîyê dewletê biryar da ku ewê di dema kivşkirî da li dar bixe.
...............
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*