Bajarê Teleferê kete destê hêzên iraqî

  • Kodê Nûçe : 850763
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Qumandê hêzên bejayî yê artêşa Iraqê ragihand: Bajarê Teleferê kete destê hêzên vî welatî.

Li gor rapora Sûmiriye News`ê, Riyaz Tûfîq qumandê hêzên bejayî yê artêşa Iraqê ragihand: Ji roja destpêbûna operasiyona azadkirina bajarê Teleferê ji destê terorîstên DAIŞ`ê serketinên zav ketine destê hêzên iraqî û niha bajar di destê hêzên eskerî yên Iraqê daye û heta azadiya tam a vî bajarî operasiyona dijî terorîstan dê bê domandinê.

Bingehên iraqî jî ji azadiya nîzik a bajarê Teleferê ji destê terorîstên DAIş`ê xeber dan.

Serokê Komîteya Ewlehî û Berevaniyê li parlemana Iraqê, Hakim El Zamilî got ku hêzên çekdar ên Iraqê sedî 90`ê bajarê Teleferê wek dawîn navenda mezin a koma têrorîst a DAIŞ`ê li parêzgeha Neynewayê li bakurê Iraqê azad kriin.

Serokê Komîteya Ewlehî û Berevaniyê li parlemanan Iraqê her wiha got ku hêzên çekdar ên Iraqê hêdî hêdî nêzikî azadkirina tam a bajarê Teleferê dibin û di saetên pêşerojê wê bajarê Teleferê bi giştî bê azadkirin.

Li gorî nûçeyeke din, hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê li operasiyona azadkirina Teleferê zîndaneke mezin dîtin ku 18 meyt têda bûn.

Yekîneya propagandaya Heşda Şebî roja şemiyê bi dayîna Daxûyaniyekê ragiahnd ku hêzên yekîneya endazyariyê ya tîpa şeşem a Heşdê Şebî dema azadkirina Hey El Sedê zîndaneke mezin a DAIŞ`iyan dîtin.

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê û qumandê giştî yê hêzên çekdar ên vî welatî duh şemiyê seredana Teleferê li bakûra vî welatî kir û heta çend saetên din dê azadbûna vî bajarî ji destê terorîstên DAIŞ`ê ragehîne.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*