Balafir û topxana artêşa Tirkiyê bi hedefgirtina malên xelkê Efrînê 35 kes kuştin û 106 kes jî birîndar kirin

Balafir û topxana artêşa Tirkiyê bi hedefgirtina malên xelkê Efrînê 35 kes kuştin û 106 kes jî birîndar kirin

Di encama hedefgirtina gelê Efrînê ji aliyê Artêşa Tirkiyê û terorîstên ku jê piştgiriyê dike de 35 kes ji xelkê sivîl ku piranî zarok û jin in hatin kuştin û 106 birîndar bûn.

Artêşa Tirkiyê  bi top û balafiran herêmên sivîlan hedef digirin. Di encamê de bi dehan hatin kuştin û birîndar bûn.

Hevseroka Meclîsa Tenduristî ya herêma Efrînê Ancila Reşo da zanîn ku hejmara birîndarên li hemû navendên tenduristiyê têne dermankirin gihîştiye 106 kesan,di nav de enamekî Heyva Sor a  Kurd jî heye. Wê her wiha da zanîn ku hejmara kuştiyan gihîştiye 35 kesan.

Ancila bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî kir ku desteka deraman pêşkêşî birîndarên Efîrnê bikin û êrîşên li dijî mirovahiyê yên li ser Efrînê bidin sekinandin.

Kadroyekî tenduristiyê yê ku li nexweşxaneya Avirîn dixebite, got ku piraniya birîndarên ku digihêjin nexweşxaneyê zarok, jin û kalin. Her wiha wî diyar kir ku piraniya wan bi giranî birîndar bûne.

Kadroyê tenduristiyê anî ziman ku kadro di seferberiyê de ne û bi hemû derfetên xwe ji bo dermankirina birîndaran dixebitin. Gelê Efrîn jî dibêjin welatên ku xwe parêzvanê mirovaniyê dizanin niha xwe li ber direndetî û hovîtiya dewleta Tirkiyê li hemberê gelê sivîl yê Efrînê bê deng kirin.
...............
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*