Balafireke Tirkîyê li derdora Şehirkurda Îranê jorda ket

Balafireke Tirkîyê li derdora Şehirkurda Îranê jorda ket

Balafireke Tirkîyê ji cûra cêta şexsî li derdora Şehirkurdê li parêzgeha Çarmihal û Bextyarîya Îranê jorda ket.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Mêhrê, balafireke cûra cêta şexsî ya Tirkîyê ku ji Şariceya Imaratê ber bi Istenbola Tirkîyê ve diçû, dema ji esmanê Îranê derbas dibû, li ser rûpela radarê nema. Tê gotin ew balafira li derdora Şehirkurda Îranê jorda ketîye.

Rêvebirê peywendîyên giştî yê Sazîya Geştên Esmanî ya Îranê ev nûçeya piştrast kir û ragihand: Ew cêta li derdora Şehirkurdê jorda ketîye.

Şahîn Fethî alîkarê çiqa opêrasyonê ya Sazîya Hawargiheştin û Xilaskirinê got: Bi dû jordaketina cêteke şexsî ya Tirkîyê li Şehirkurdê, 7 komên lêgerînê ber bi cihê bûyerê va hatine şandin.
.............
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam
haj 2018