Barzanî pêşnîyara bicihbûna li Şingalê kir, lê PKK`ê qebûl nekir

  • Kodê Nûçe : 854609
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Çavkanîyên herêmî ragihandin ku serokê Herêma Kuridstana Iraqê pêşnîyar li PKK`ê kirîye ku hêzên xwe li Şingalê bi cih bike.

Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, çavkanîyên herêmî îro ji televîzyona Al Mayadeen a Libnanê re gotin ku PKK`ê daxwaza Mesûd Bazranî serokê Herêma Kurdistana Iraqê jibo bicihbûna li Şingalê qebûl nekirîye.

Hevgavêvê yekê kanala Someriye News`ê ya Iraqê jî ragihand ku Barzanî ji komên li deşta Nêynewayê re gotîye ku heke bixwazin li Herêma Kurdistana Iraqê bimînin, ev herêma sozê dide ku hin garantîyan bide.

Hin çavkanîyan li meclisa Iraqê jî ragihandin ku serokê parlimanê, serokomar û serokwezîrê vî welatî jibo pişkdarîya li civîna îro ya parlimanê jibo hilkolandina mijara giştpirsîya cidabûna li Herêma Kuridstana Iraqê vexwnedine.

Parlimana Iraqê di 12`ê Îlonê de li dijî lidarxistina giştpirsîya cidabûnê li Herêma Kuridstana vî welatî derket û Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê ekrda kir ku jibo parastina tifaq û yekperçetîya Iraqê tivdîrên pêwîst ji wan bijareya leşkerî bike.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam