Şirove - Nêrîna Rêber:

"Berevaniya Pîroz hêmaya sereke ji bo derbasbûna ji hemî komployan"

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî, Hezretyê ayetullah Xamineyî berêvariya Çarşemiyê li hevdîtina bi komek ji fermandar, têkoşer, fedakar û hunermendan, bîreweriyên têkoşerên serdema Berevaniya Pîroz û malbatên wan gencîneyên bêmînak ûsermiyana gelê Îranê da zanîn.

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî, Hezretyê ayetullah Xamineyî berêvariya Çarşemiyê li hevdîtina bi komek ji fermandar, têkoşer, fedakar û hunermendan, serdema Berevaniya Pîroz (Şerê heştsalî yê sepandî ji aliyê Rêjîma Beisa Iraqê dijî Îranê di dehika 1980î da) nîşana rewşa hevsengiyên hêzên di dinyaya hakimiyeta pergala serdestîxwaz da zanîn û got: "Têkoşerên serdema Berevaniya Pîroz bi kiryara xwe wêneyeka rasteqîn ji dinyaya hov û zalim û dûr ji manewiyet û însafê di wê demê da kişandin  ku ev wêne divê ji bo gelê cîhanê jî were raberkirin".

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî destnîşan kir: "Divê em bi pêkanîna bizaveka wergerandina berhemên nivîskî û şandina berhemên hunerî û fîlmên serdema Berevaniya Pîroz, peyama rûhê îman û peyama têkneçûna gelê Îranê bigihînin cîhanê".

Serdema Berevaniya Pîroz (Şerê heştsalî yê sepandî ji aliyê Rêjîma Beisa Iraqê dijî Îranê 1980-1988) serdema zêrîn a dîroka Înqilaba Îslamî ye ku îro çilsaletiya xwe bi geşatiyê derbas dike. Heşt salan şerê sepandî, "Medreseya evîn û xwebawerî, fedakarî, jixwebihurîn, berxwedan û mêrxasiyê" bû û ev hemî li hevokeka bicihmayî ji Hezretê Îmam Xumêynî (RE) Xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê tên xûyanê: "Em Dikarin".

Dirûşmeya Em Dikarin taybetmendiya berbiçav a heşt salan serdema Berevaniya Pîroz e. Ji ber ku aliyekî meydana şêrr, Rêjîma Cinayetkar a Sedam û Pişgirên wî bûn  ku tevahiya çekên rojê li ber destê wan bûn. Lê aliyê din ê şêrr yanî Bereya Îslamê hatibû boykotkirin û heta biçûktirîn alav jî nedidane wê. Ev rewşa neberanber nîşana hovîtiya pergala serdest li şêrr ji aliyê pergala serdestîxwaz a cîhanî bû, lê têkoşerên Îslamê bi palpiştiya "Îman, fedakarî û tlêkoşînê" meşqa evîn û têkneçûnê nivîsîn û bi berxwedana li hemberî çekên herî nûjen û heta çekên kîmyayî, hevsengiyên pergala serdestîxwaz a cîhanî tevlihev bikin.

Rûhê têkoşerî û Têkneçûna gelê Îranê ku di serdema Berevaniya Pîroz da serdest bû, bûye xala sereke û neguhêrbar li Înqilaba Îslamî. Vê xala bingehîn komplo û pîlanên şûm û kirêt ên dijminan li qonaxên cûrbicûr ên dîroka Înqilaba Îslamî betal kirine. Serketina manewiyetê li hemberî zilm û hovîtiya serdema heşt salan şerê sepandî ku heta li warê bikaranîna çekên kîmyayî jî tu tirsa xwe tunebû, nehişt ku heta bihostek ji axa Îrana Îslamî di bin dagirkeriya dijmin da bimîne. Li vî warî da Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî destnîşan kir: "Têkoşerên serdema Berevaniya Pîroz bi karê xwe wêneyeka rasteqîn ji cîhana hov, zalim û bi dûr ji manewiyet û însafê ya wê demê kiaşndin ku ev wêne divê ji gelê cîhanê ra jî were raberkirin".

Weşandina berhemên binirx ên serdema Berevaniya Pîroz li çarçova fîlm û pirtûkan û weşandina wan bi zimanên cûrbicûr ên cîhanê, bi wateya nasandina pênaseya çandî-manewî ya gelê Îranê ye da ku ji bo hemiyan were aşkirakirin ku gelê Îranê heta di rewşa herî xerab da jî pêngavekê paşda navêje. Ev Berxwedan û Jixwebihurîn tenê taybetî serdemeka taybet nîne û roja îro jî ku dijminên Înqilaba Îslamî zextên xwe li ser gelê dîroksaz ê Îranê zêde kirine, kêrhatî ye. Bi gotina Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî, "Wisa ku di destpêka Înqilabê da û di serdema Berevaniya Pîroz da nexşe û pîlanên Istikbrê ji bo kokbirkiirna tezedara Înqilabê ser neket û ewna neçar man ku paşve bikişin, niha em dikarin bi palpiştiya bi Xwedê û bi têkoşîn û pêngavrakirinê vê nexşeyê pûç bikin".

Şerê abûrî û boykotên zalimane dijî Îranê yên ku dewleta Amerîkayê xistine rojeva xwe û welat bi welat digere da ku li gorî xwe Îran bejna xwe lihemberî wî welatî bitewîne; Dubarekirina heman şêwaz û zilma pergala serdestîxwaz di serdema Berevaniya Pîroz da ye. Lê tecrubeya wê serdemê nîşana derbasbûna serketî ya Îranê ji vê astengiya dîrokî ye û Îran dê nema li hemberî zaliman paşve bikişe.

.............

300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Arba'een
Moharam
haj 2018