Bernameya cejna Newrozê ya partîyên kurd ên Tirkîyê hate diyarkirin; 21`ê Adarê cejna mezin li Amedê ye.

  • Kodê Nûçe : 818557
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Partîyên kurdên Tirkîyê bernameya cejnên Newrozê li seranserî vî welatî ragihandin û kombûn û merasima herî mezin a kurdan yê di 21`ê Adarê li Amedê bê lidarxistin.

Li gorî rapora rojnameya Cumhuriyetê, partî û alîyên sîyasî yên kurd li Tirkîyê ji wan Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP), Partîya Deverên Dêmokiratîk (DBP), Kongreya Civaka Dêmokiratîk (KCD) û Yêketîya Jinên Kurd û hwd. bernameya xwe ya cejna Newroza 2017`ê bi durişma “Emê bêguman serkevtî bibin” belav kirin.

Li gorî vê bernamê, li 33 bajarên deverên kurdnişîn ên Tirkîyê yê merasima Newrozê bê lidarxistinê ku kesên girîng ji wan mamosteyên zanîngehan ku di çarçova rewşa awarte da ji kar hatine derxistinê, rojnamevanên ji kar derxistî, hunermend, endamên sendikayan, sazîyên medenî û bi sedan kesên navdar ên din hatine gazîkirinê ku di nava wan da navên kesên wek Asli Erdogan, Sezen Akso, Qadir Înanir, Necmîye Alpay, Meltem Cunbul, Menderes Samançilar, Irfan Deyirmencioglu û hwd. jî xûya dikin.

Li gorî agahîyan, dewetnameyek jî ji bo Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) jibo pişkdarîya li vê merasimê hatîye şandinê. Li rex AKP`ê, CHP, Partîya Dêmokirat a Çep a Tirkîyê, Partîya Seadet, Partîya Dêmokirat a Kurdistanê, Partîya Maf û Azadîyê, Partîya Kar, Partîya Azadî û Sosyalîsmê û hwd hatine gazîkirinê. Lê navê Partîya Hereketa Netewî (MHP) xûya nake.

Rojên lidarxistina cejnên Newrozê li bajarên mezin ên Tirkîyê bi vî hawî ye:

18`ê Adarê: Îzmîr

19`ê Adarê: Îstenbol, Enqere, Riha, Qonîya, Entab

20`ê Adarê: Colemêrg, Agirî

21`ê Adarê: Amed, ku dê cejna mezin a kurdên Tirkîyê li wir bê lidarxistin.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*