Berteka serokê Partîya Seadetê li hemberî boykotkirina hin rayedarên tirk ji hêla Amerîkayê ve

 Berteka serokê Partîya Seadetê li hemberî boykotkirina hin rayedarên tirk ji hêla Amerîkayê ve

Serokê Partîya Seadet a Tirkîyê (SP) wekî berteka li hemberî biryara vê dawîyê ya Wezareta Xizînedarîyê ya Amerîkayê têkildarî boykotkirina wezîrên karên hundur û dadwerîyê yên Tirkîyê şermezar kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, li peyamekê bi rêya Tiwwtera xwe boykotkirina Evdilhemîd Gul wezîrê dadwerîyê û Silêman Soylu wezîrl karên hundur ên Tirkîyê bi tawana desthebûna li girtina keşîşê amerîkî ``pêngaveke nayê qebûlkirinê`` zanî û nivîsî: Tirkîye ne welatekî kole  û bindest e û li hemberî gefên ji derve wekî dewletên eşîreyî ustîyê xwe xar nake.

Serokê Partîya Seadetê ya Tirkîyê ragihand ku gefên Amerîkayê li dijî Tirkîyê rabhorîyeke dêrîn hene û dîyar kir: Anerîkîyan hertim bi çavê dijminan li Tirkîyê mêze kirine û tenê şiklê gefan û çawanîya ragihandina wan diguhere.

Wî herwiha qedrê dewleta Tirkîyê ji ber helwestên vê dawîyê yên li hemberî gefên amerîkîyan girt û got: Di vî warî da gelê Tirkîyê wê li rex dewletê bin û em ji we dixwazin ku qet ji helwesta xwe nayên xarê û di rewşa nika de bi amerîkîyan re lihev nekin.

Hefteya buhurî piştî ku dezgeha dadwerîya Tirkîyê cezaya zîndana malê da keşê amerîkî Endro Bronson, Waşîngtonê wezîrên karên hundur û dadwerîyê yên Tirkîyê boykot kirin û heyîtîyên wan zevt kirin û danuistandina ticarî ya digel wan qedexe kir.

Dezgeha Dadwerîyê ya Tirkêyê hefteya buhurî li şarê Izmîrê dîwana Endro Bronson keşîşê amerîkî ku ji 9`ê Kanûna sala 2016`an ve li Tirkîyê hatibû girtinê kir. Tirkîyê ev keşîşê amerîkî bi tawana hevkarîya digel derbekaran, hevdestîya digel komên têrorîst ên Gulen û PKK û sîxorîya ji bo Amerîkayê girtibû û ceza 35 salên hepsê dabûyê.
.............
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Arba'een
Moharam
haj 2018