Berteka Sipahê li hember nûçeyên êrişa bi topan a Îranê ser deverên sînorî yên Herêma Kurdistana Iraqê

  • Kodê Nûçe : 840712
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Fermandeyê hêza bejayî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê bal kişand ser êrişa bi topan a ser çeperên komên dijberî inqilabê li bakûra Iraqê û got: Kesên dijberî inqilabê, şerût û têrorîstên ku li halê perwerdebûn û plankarîya jibo alozkirina deverên sînorî yên me bin, li her derê bin, em ê li wan bidin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpress`ê, bi dû belavbûna nûçeyên êrişa bi topan a Îranê ser hin deverên bakûra Iraqê li mêdyayên derve, serdar Mihemed Pakpûr fermandeyê hêza bejayî ya Sipahê ji nûçegihanê FARS NEWS`ê re got: Çawan ku di salên buhurî de jî hat gotinê, em ser vê istiratêjîya xwe pêkutîyê dikin û eva mafê me ye ku kesên dijberê inqilabê, şerût û têrorîstên ku li halê perwerdebûn û plankarîya jibo nearamkirina deverên sînorî yên me bin, li her derê bin, em li wan bidin.

Wî pêkutî kir: Nêzî 10 rojan berî niha komeke têrorîst ku dil hebû li merasima Roja Cîhanî ya Qudsê li bajarê Sinê xirabkarîyê bike, berî ku bikare karekî bike ji hêla têkoşerên Biryargeha Hemzê (S) ya hêza bejayî ya Sipahê va tam hat têkbirinê û fermandeyê vê komê ku birîndar bû, di vî warî da mukur hatîye.

Fermandeyê hêza bejayî ya Sipahê herwiha got: 2 rojan berî niha jî hin deverên bakûra Iraqê hatin topbarankirinê, ew deverana bûn ku ew koma têrorîst ji wir va derbasî sînorên me bibû û çend têrorîstên din jî amadekarîya alozkirina rewşa sînorên me dikirin.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*