Berteka Zerîf li hemberî gotinên Tîlêrson

  • Kodê Nûçe : 862418
  • Çavkanî : Sahar TV
Brief

Wezîrê karên derve yê Îranê li hemberî gotinên wezîrê karên derve yê Amerîkayê dijî hêzên gelanî yên Iraqê bertek nîşan da.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, MuhemedcCewad Zerîf wezîrê karên derve yê Komara îslamî ya Îranê li berteka gotinên Rêks Tîlêrson wezîrê karên derve yê Amerîka dijî hêzên gelanî yên Iraqê li tora civakî ya xweye Towtter`ê nivîsî: Gelê Iraqê bona berevaniya ji mal û welatê xwe li hemberî terorîstên DAIŞ`ê rabûn, niha gere ku ewna bizivirin kîjan welatî.

Zerîf destnîşan kir; Ev siyaseta bi nenge Waşîngtonê ji ber dolarên niftî ser vî welatî hatiye sepandin.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê li sefera xwe ya yekşemê bo Erebistanê îdia kir ku pêwîst e hêzên gelanî yên nav Iraqê bizivirin welatê xwe.

Wî hêzên gelanî yên Iraqê wekî milîşiya dane nasandin.
................
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*