Bexdayê destpêbûna pêvajoya derketina leşkerên amerîkî ji Iraqê piştrast kir

Bexdayê destpêbûna pêvajoya derketina leşkerên amerîkî ji Iraqê piştrast kir

Berdevkê dewleta Iraqê, çend saetan piştî weşandina nûçeya Assocciated Press`ê li ser destpêbûna pêvajoya derketin û paşdakişyana leşkerên amerîkî ji Iraqê, ev nûçeya piştrast kir.

Assocciated Press`ê roja duşemiyê nivîsî li dû hevhatina ku di navbera dewleta Iraq û Waşîngtonê de pêk hatiye, Amerîkayê hejmara leşkerên xwe yên li axa Iraqê li qonaxa piştî DAIŞ`ê kêm kiriye.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a MEHR`ê ji zarê malpera libnanî ya nûçeyan a El Neşrê, Sed El Hedîsî, berdevkê dewleta Iraqê got: Leşkerên amerîkî piştî şikestdayîna DAIŞ`ê, berebere hejmara hêzên xwe yên li axa Iraqê kêm kirine.

Komek ji leşkerên amerîkî ji heftiya buhurî ve axa Iraqê terikandiye û bi çekên xwe ve ji bo Efxanistanê hatine veguhestin.

Berî niha John Sullivan (Can Salîvan), alîkarê wezîrê karên derve yê Amerîkayê, şemiya buhurî got, hêzên amerîkî piştî şikestdayîna DAIŞ`ê jî wê li axa Iraqê bimînin û wê şaşitiyên xwe yên berê yanê derxistina hêzên amerîkî ji Iraqê di sala 2011`an da dubare nakin.

Bi ragihandina şikesta tam a DAIŞ`ê li Iraqê, hin rayedar û komên iraqî ji wan Tevgera Sedr, Esaib Ehlê El Heq û komên din, xwestibûn ku hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Iraqê bi dawî were ku bi êrişa vê dawiyê ya helîkopterên amerîkî ser navçeya El Bexdadiyê li rojavaya parêzgeha El Enbarê ku di encama wê de 20 iraqî hatin kuştin yan jî birîndar bûn, ev xwestek zêde bûn.
...........
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

haj 2018