Ruhanî:

Bi alîkariya Îranê gelên navçê ji belaya terorîstan rizgar bûn

Bi alîkariya Îranê gelên navçê ji belaya terorîstan rizgar bûn

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Sala ku bihurî sala serketina gelê Îranê li hemberî terorîzmê û salekî tijî serketin ji bo gelên navçê bû.

Li gor rapora IRIB Newsê, Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî li koma mezin a xelkê Têhranê ku pişkdariya meşa salvegera 39-an a serketina inqilaba îslamî kiribûn got: Alîkariyên Îranê bi gelên Iraq û Sûriyê gihêşte encamê û gelên navçê ji belaya terorîstan rizgar bûn.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişande ser viya ku pîlangêran dixwestin welatên navçê parçe bikin ragihand: Hişyariya gelê Iraqê û alîkariya welatên navçê hevgirtina netewî ya welatên dost û heval ên Îranê li navçê zimanet kir.

Ruhanî ragihand: Hişyariya gelê Lubnanê û piştevaniya welatên dost û heval pîlana Amerîka û Rejîma Siyonîstî li vê navçê jî pûç kir.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişande ser serketinên Îranê li gotûbêjên çend alî bona aşitî û ewlehiya navçê û got: Riya çareserbûna kirîzên navçê siyasî ye û pêwîste hemû welatên navçê alîkariya hevdu bikin ta ku ewlehî û tenahî li hemû navçê cih were.

Ruhanî herwisa bal kişande ser işkestên bi dû heve Amerîka li hemberî gelê Îranê û ragihand: Amerîkiyan dixwestin ku xwetêkeliya nav karûbarên hundirî yên Îranê bikin lê gelê Îranê bi hevgirtin, biratî û berxwedana xwe pilana Amerîka pûç kirin.

Ruhanî got: Amerîka bona hilweşandina rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 gelekê xebatên xwe yên navçeyî û navnetewî domandin lê li vê barê jî serneket û eger ewna bixwazin ji vê rêketinê derkevin ser zerera wan e.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişande ser pîlana Amerîkayê dijî Qudsê, Filistîn û navçê û got: Cîhan li hemberî pîlanên Amerîka rawesta û ne tenê welatên îslamî ku hemû welatên cîhanê li Civata Cîhanî ya Rêxistina Netewên Yekgirtî neyartiya xwe tev van siyasetên Amerîkayê ragihandin.
............
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Quds cartoon 2018