Bi dehan DAIŞî xwe radestî hêzên pêşmerge kirin /Foto

  • Kodê Nûçe : 851408
  • Çavkanî : Abna
Brief

Bi dehan endamên rêxistina terorîstî ya DAIŞê li herêma Sehlul Malihê ya nêzîkî bajeroka Tilaferê xwe teslîmî hêzên Kurd kirin.

Li gorî ragihandina Ajansa Nûçeyan a Abnayê, bi dehan unsûrên koma terorîst a DAIŞê li derdora Tilaferê li parêzgeha Iraqê ya Neynovayê xwe teslîm kirin.

Endamên rêxistina terorîst li navçeya Sehlul Malihê li derdora bajeroka Tilaferê xwe radestî hêzên pêşmerge kirin.

Ji nav hêzên pêşmerge çavkanîyekê ragihand ku ev endamên DAIŞê tevî malbatên xwe ve ji navçeya el-Eyaziyyê revîbûn.

Hêzên hevbeş ên artêşa Iraqê roja 21ê Agûstê ji bo azadkirina bajarê Tlaferê yê li 65 kîlometreya rojavayê Mûsilê ji dakirkerîya terorîstên DAIŞê, dest bi êrişeke dorfireh kirin. Artêşa Iraqê yekşema borî ragihand ku Tilafer hatiye azadkirin.

Koma terorîst a DAIŞê hê jî li hin navçeyên rojavayê Iraqê û rohilata Sûriyê serdest e.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*