Bi dehan terorîstan xwe li bakûra Humsê teslîmî artêşa Sûriyê kirin

Bi dehan terorîstan xwe li bakûra Humsê teslîmî artêşa Sûriyê kirin

Ji ber berfirehbûna operasiyona artêşa Sûriyê dijî terorîstan li du bajarokên Telbîse û El-Restin li parêzgeha Humsê, herî kêm 156 terorîstan xwe teslîmî artêşa Sûriyê kirin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fars Newsê, Terorîstan hertim bi gullên hawanê êrişî ser bajarê Humsê kirine û hema li vê çarçîvê îro yekşemê jî ji ber êrişa terorîstan ser Humsê kirine ku ji ber vê êrişê zarokek hatiye kuştin û 3 kes jî birîndar bûne.

Hevçax hêzên taybete artêşa Sûriyê jî îro bona paqijkirina parêzgeha Humsê ji wicûda terorîstan ber bi vê parêzgehê çûn.

Li çend rojên bihurî li bakûra parêzgeha Humsê û başûra parêzgeha Hemayê gotûbêj di navbera artêşa Sûriyê û grûpên çekdar berdewamin ta ku ev grûpên çekdar ji van navçan derkevin.
...........
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Quds cartoon 2018