Rûhanî:

Bi têkçûna Lihevkirina Navokî, dê binpêkerên wê kêmtir ji heftiyekê encamê bibînin

Bi têkçûna Lihevkirina Navokî, dê binpêkerên wê kêmtir ji heftiyekê encamê bibînin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vê yekê ku berdêla bêsoziya li warê Lihevkirina Navokî divê ji alioyê binpêkerên wê va were dayînê, destnîşan kir: Têhran ji bo her rewşekê amade ye û bi têkçûna Lihevkirina Navokî, dê binpêkerên wê pûşman bibin û wê kêmtir ji heftiyekê encama karê xwe bibînin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî îro yanî Duşemiyê li rêûrisma dazdehemîn salvegera Roja Neteweyî ya Têknolojiya Navokî tevî pîrozkirina vê rojê û rêzgirtina li şehîdên navokî yên Îranê, got: Dijmin dixwazin Îranê dest ji sûd û berjewendiyên xwe bikişîne, lê Komara Îslamî ya Îranê tu wextî li fikra razîbûn û kêfxweşiya xêrnexwazan û kesên din nîne.

Rûhanî bi gotina vê yekê ku zanyarên ciwan û fîdakar ên îranî li navendên zanistî û lêkolînî destkeftên mezin bi dest xistine, her wiha got: Îranê di heyama du salên bihurî da, zêde ji 130 destjkeftên girîng li warê navokî bi dest xistine.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku Lihevkirina Navokî hereketê hêdî nake, got: Îranê karî bi riya Lihevkirina Navokî îmkan û derfeta ghevkariya bi aliyên din jî bi kar bîne û roja îro li gellek ji projeyan digel hin welatên ewropî, Rûsiye û Çînê hevkariyeka baş dike.

Rûhanî bal kişander ser vê yekê ku riya lêkolînên navokî bi lezeka zêdetirê didome û Îran di vê rêkê da ji tu aliyekî îznê wernagire û got: Yekem car piştî Lihevkirina Navokî Îran kete ser riya bazirganiya atomî û derdora 400 ton Keyka Zer ji derve kirrî û qasek madeyên zengînkirî jî firote derve.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha bi gotina vê yekê ku Îranê şiyana berevanî û leşkeriyê, hêza aborî û hêza çandî hevdem ji bo iqtidara rewa li navçe û cîhamnê dixwaze, bi bîr xist: Îranê di salên bihurî da, pîlana xêrnexwazan ji bo bikaranîna têrorîsmê wek amûrek li navçeyê têk biriye.

Rûhanî destnîşan kir: Çeka Îranê çeka berevaniyê ye û aştiyê li navçeyê misoger dike û Komara Îslamî ya Îranê ji bo berevaniya ji ewlehiya xwe, her çeka ku pêwîst be, çêdike.
..................
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Arba'een
Moharam
haj 2018