Serdar Suleymanî:

Bûyerên pir giran bo me lihev anîbûn / Di dîrokê de hovîtîyeke wiha me nedîbû/ Enîya berxwedanê li hember mistekbiran biser ket

  • Kodê Nûçe : 843093
  • Çavkanî : Abna
Brief

Fermandarê Hêzên Artêşa Qudsê dazanîn: Amerîka û Îsraîlê xîyal dikirin ku bi rêya damezrandina tevgerekê û artêşeke îdeolojîk û mezhebî dikarin Îranê li ser çokan bidin rûnandin lê di encamê de çi bû? Bi saya alim û merceyên Iraqê û pêkhatina Haşdî Şe`bî û hêza îtîqadî û mezhebî ya gelê Iraqê, pêşîya DAIŞê hate girtin.

Li gorî ragihandina Ajansa Nûçeyan a Abnayê, Fermandarê Hêzên Spaha Qudsê Serleşker Qasim Suleymanî di hevdîtina ligel xwandevanên Zanîngeha Îmam Huseyn (a) de berkirina kincên kesk ên pasdarîyê pîroz kir û got: Hilbijartina pîşeya pasdarîyê, besîreta we, perwerdeya xas a malbatî û nerîna bilind a taybetî we ciwanan nîşan dide ku hêjayî teqdîs û îhtîramê ye.

Wî, ameje bi pêşveçûnên li navçeyê û li xwe mikur hatina dost û dijmin li hember pêvajoya ber bi girbûnê ya Înqilaba Îslamî li hundir û li derî sînoran kir û daxuyandin: Kartêgerên cihêreng di van serkeftinan de xweyî bandor in lê hin ji wan, kartêgerên bingehîn in û di bidestxistina van serkeftinan de roleke sereke dilîzin, ev serkeftin bi saya rêbertî û îdeolojîya gelê Îranê hatin bidest xistin.

Fermandarê Hêzên Spaha Qudsê li xwandevanên zanîngehê tewsiye kir ku teqwayê esas bigrin û lê zêde kir: Ya ku rêberê Îranê li ser îsrar dike an jê perhîz dike, ji hîkmeta wî tê der ku em pê nehasin, piştî 5 an 10 salan emê têbigihêjin û pê bihesin. Dema ku Hezretê Îmam ji Gorbaçov re got ku dengê şkestina hestîyên komunîzmê tê guhê min, ev ji hîkmeta wî der dihat, dengê ku wî bi hezaran kêlometir wêde, ji Sovyetê dibihîst Gorbaçovê ku li navanda rêveberîya Sovyetê bû, nedibihîst. Ev tê wateya hîkmeta ku ji teqwaya wî der hatibû û ev hîkmet tenê ne ya mesûman û evlîya ye, mirovên normal û ji rêzê jî dikarin hîkmetê di jiyana xwe de bidin herikandin; dirûvanek, hesingerek û hûn xwandevan yeko yeko jî dikarin bigihêjin hîkmetê lê bi şertê ku hûn teqwayê bikin bingeha jiyana xwe.

Serleşker Suleymanî, îşaretî pêşveçûnên li herêmê û cejna ku ji bo azadkirina Mûsilê li dar ket, kir û eşkere kir: Di pêşveçûnên herêmê de rûdanên pir giran ji bo me raber kiribûn ku hemî jî ji bo me û tinekirina Înqilaba Îslamî bûn lê tûşî têkçûneke rezîlane hatin. Li Sûriyê jî rêveberîya yasayî ya vî welatî, çi Libnan û çi li Filîstîn dibe, pira ku me digihîne enîya berxwedanê ye. Her kesê bakil divê têbigihêjê ku têkçûna di vî şerî de wek têkçûna me tê hesibandin û bi litfa Xwedê li van deveran enîya berxwedanê li hember mistekbiran serketî bûye.

Wî, amaje bi dîroka şerên mezhebî û îdeolojîkî kir û got: Li ti heyameke dîrokê, di çaxa berber û tataran de, heta di êrişa moxûlan de jî dîrokê ji ev qas tundî, hovîtî û çorsîyê re guvahî nekiriye. 2200 kes ji ciwanên Koleja Aspaykr a Iraqê bi awayekî destgirêdayî ser jê kirin û gulebaran kirin. Bi hezaran jin û keçên Îzedî di navbera xwe de avêtin mazatê û zaroyê nûwelîdî ji hemîza dayikê qetadin û li ber çavên wê şewitandin. Di dîrokê de hovîtîyeke bi vî rengî me nedîbû, eve fîtneyên mezin bûn li hemberî me ku em bi serbilindî jê hatin der û pêwîste ev fîtneyên mezin û wêranker bi sîyasetê re neyên telvî hev kirin. Divê ji tirsa re gotinên nerewa neyên ziman, em ji vê dînyayê diçin lê ya ku dê vê heyamê ji yên bê re rave bike dîrok e.

Fermandarê Hêzên Spaha Qudsê, li ser bêencam mana stratejîyên Amerîka û Îsraîlê li navçeyê sekinî û dazanîn ku Amerîka û Îsraîlê wer xîyal dikirin bi rêya damezrandina artêşeke îdeolojîk û mezhebî dikarin Îranê li ser çokan bidin rûnandin lê encama wê çi bû? Bi saya alim û merceyên Iraqê, damezrîna Haşdî Şe`bî û hêza îmanî û mezhebî ya gelê Iraqê pêşîya DAIŞê hat girtin û telvî artêşa Iraqê bûna Haşdî Şe`bî jî artêşa Iraqê vegerande artêşeke hîzbullahî û karîn li hemberî bawerîyên batil û pûç ên tekfîrîyan bi serkevin û xelîfeyê ku xwe bi neheqî kiriye xelîfe ji Mûsilê derxin.

General Suleymanî, bi hejmartina taybetîyên bingehîn ên pasdarbûnê re gazîya xwandevanan kir û destnîşan kir: Hezretê Elî (a) di şer û pevçûnan de ligel birînên zêde yên li bedena wî hebûn jî her tim li pêşîya artêşê êrişî dijmin dikir û ji leşkerên xwe re digot werin pêş û her dem xelq bi xwe re dibirin. Fermandarên artêşê divê her tim li pêşîya artêşê bin û bibêjin “werin”; fermana “herin pêş” di nava spahê de bêwate ye.

Wî li dawîya axeftina xwe dîyar kir: Taybetîya dîyem, divê grêdan, îtmînan û bawerîya xwe bi welîyê feqîh re hebe ne ku tenê îtmînan xwe bi welîyê feqîh hebe. Hin kes dibêjin bawerî me bi velîyê feqîh heye, ev wezîfeyeke berbiçav û di çerçoveya qanûna esasî de ye. Lê divê ku bawerîya pasdaran bi velîyê feqîh taybetîtir be û ne tenê bi nêrîna xwe ve, her wiha bi meyl û dilê xwe ve jî girêdayî velîyê feqîh be. Pasdar pêwîste xwedî vê teybetê bin û sefbendîyên xwe, dostanî û dijminatîyên xwe li gorî velîyê feqîh eyar bikin.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*