Çar gundên din li parêzgeha Hemaha Sûriyê hatin rizgarkirin

Çar gundên din li parêzgeha Hemaha Sûriyê hatin rizgarkirin

Artêşa Sûriyê bi piştgiirya hêêzn berevaniya gelanî çar gundf li derdora rojhilata parêzgeha Hemahê li rojavaya vî welatî azad kirin û hejamreka têrorîstên Cebheya Nusreyê kuştin.

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya IRNA`yê, çavkaniyên meydanî yên nûçeyan ragihandin ku artêşa Sûriyê gundên Tûteh, Hecîle, Enîq û Bacirê ser bi derdora rojhilata parêzgeha Hemahê ji bin dagirkeriya têrorîstan azad kirin.

Li gorî ragihandin a van çavkaniyên nûçeyan, yekîneyên artêşa Sûriyê li vê opêrasiyonê ji billî kuştina hejmareka têrorîstan, baregeh û erebeyên wan jî rûxandin.

Artêş û hêêzn çekdar ên Sûriyê ji roja bihurî anku Yekşemiyê va jî têrorîst li 1000 û 200 Kîlomitrên çarkunc li parêzgehên Idlib, Hemah û Heleba vî welatî dorpêç kirin û li  şer û pevçûna bi koma têrorîst a Cebheya Nusreyê gundên Ceîke, Hemîdiye Şedad û Hemîdiyê li rojhilata firokexaneya Ebuzihûrê azad kirin.

Artêşa Sûriyê her wiha bi piştevaniya komên berevaniya gelanî nîvroja Şemiyê kontrola firokexaneya stratijîk a Ebu Zihûrê li parêzgeha Idlibê girte destê xwe û ziyanên giran ji hêla canî û çekdarî va li çeteyên koma têrorîst a Cebheya Nusreyê xistin. Firokexaneya stratijîk û girîng a Ebu Zihûrê sê salan di bin dagirkeriya komên têrorîst da bû.,
...........
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*