Zerîf:

Çarepeydakirina hevpar jibo sekinîna li hemberî xetera têrorîsmê pêwîst e

  • Kodê Nûçe : 815618
  • Çavkanî : Sahar TV
Brief

Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê bi gotina vîya ku fanatîsm û têrorîsm sînoran nas nake, got: Divê jibo têkoşîna li hemberî têrorîsmê çarepeydakirineke hevpar pêk bê.

Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê bi gotina vîya ku fanatîsm û têrorîsm sînoran nas nake, got: Divê jibo têkoşîna li hemberî têrorîsmê çarepeydakirineke hevpar pêk bê.

Mihemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê li hevdîtina ligel sefîrên ``welatên hevxêr`` li Têhranê, bi pîrozkirina 25`emîn salvegera serxwebûna van welatan, ewlehîya welatên serbixwe yên hevxêr, istiqrar û ewlehîya Îranê zanî û got: Îranê ji destpêka serxwebûnê, imkanên xwe dan ber destê hemî cînar û dostên xwe ta ku alîkarîya istiqrar, pêşketin û ewlehîya wan kiribe.

Wezîrê karên derve yê Îranê herwiha bal kişand ser hevkarîyên hevpar ên welatên herêmê di warên enerjî, tranzît, aborî, bazirganî û ewlehîyê mideha 25 salên buhurî da, jordaçûna asta hevkarîyên hanê ser xêra hemî welatan zanî.

Zerîf herwiha got: Berfirekirina hevkarîyên warê enerjîyê dikare herêmê bike yek ji deverên herî ewlehî û hêjayî pêşketina herî zêde li Asîyayê û bike paytexta enerjîya cehanê.

Sefîrên welatên hevxêr li Têhranê jî di vê hevdîtinê da tevî girtina qedrê Wezareta Karên Derve ya Îranê ji ber lidarxistina vê merasimê û bibîrxistina hevkarîyên kêrhatî yên Îranê ligel welatên wan, ji berfirekirina zêdetir a peywendîyên ligel Têhranê di hemî waran da pêşwazî kirin.

Yêketîya Welatên Hevxêr piştî hilweşîna Sovyeta Berê pêk hat. Daxûyanîya damezirandina vê yêketiyê di 21`ê Kanûna sala 1991`ê da li bajarê Almaata paytexta wê demê ya Qazaqistanê ji alîyê serokomarên Azerbaycan, Ermenistan, Bilarûs, Qazaqistan, Qirqîzistan, Moldavî, Rûsîya, Tacîkistan, Tirkmenistan, Uzbekistan û Ukraynê hat wajokirinê.
..........
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam