Cejna Qurbanê pîroz be

Cejna Qurbanê pîroz be

Îro anku Çarşemî, 10 meha Zîheceya sala 1439an a Koça heyvî, beranberî 22ê Tebaxa 2018an, Cejna pîroz a Qurbanê an Cejna Ezhayê ji cejnên mezin ên misilmanan e.

Di Cejna pîroz a Qurbanê da heciyên ku çûne ziyaretkiirna Mala Xwedê, bi destûra Xwedê  û ji bo razîbûna wî qurbanê serjê dikin û rêzê li pêxemberê mezin ê Xwedê, hezretê Îbrahîm (S) digirin..

xwedê ji bo ceribandina îman û dilpakî û ixlasa hezretê Îbrahîm (S), ew memûr kir ku arokê xwe abnku hezretê Îsmaîl (S) di riya Xwedê da bike qurban. Hezretê Îbrahîm (S) tevî dijwariya vî karî, fermana Xwedê cih anî û ji bo pêkanîan vê pêspartiyê amade bû, lê her çiqas hewil da, kêrê gewriyê zarokê wî, hezretê Îsmaîl (S) nebirrî., Di eynî demê da ji hezretê Îbrahîm (S) ra hat xitabkirin ku li ezmûna Xwedê bi serbilindî û serfirazî ser ketiye û wê demê beranek hat vşandin da kub dewsa hezretê Îsmaîl (S) bike serjê ke.

Ev bûyera biwate, dersa fîdakarî, jixwebihurîn, serketina li hemberî hewayê nefsê û teslîmbûna li hemberî fermana Xwedê ye. Ji ber vê yekê misilmanên cîhanê jî roja 10ê Zîheceyê wek cejneka mezin  a îslamî, rêzê lê digirin û dersa bendetî û ixlasê jê werdigirin.

Rêxistina Rado û Têlêvîziyona Komara Îslamî ya Îranê hatina Cejna Pîroz a Qurbanê li hemî misilmanên cîhanê pîroz dike.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

haj 2018