Cinayeta nû ya Erebistanê li Yemenê/ 17 sivîl hatin kuştin

  • Kodê Nûçe : 867462
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Li encama êrişa îniyê şevê ya balefirên cengê yên Rejîma Siûdî ser bazarekê li navça El-Cerê li bajarê Ebesê, ya parêzgeha Heceyê, 17 yemenî hatin kuştin.

Li encama vê êrişê hejmarek yemenî birîndar bûn. Halê hin birîndaran xirab hatiye ragihandin.

 Berêvariya îniyê jî balefirên cengê yên siûdiyan bi êrişa ser ûtûbûseke  rêwiyan li navça Xemîs El-Waizatê li bajarê Zehreyê ya parêzgeha  Hedîdê li rojava  Yemenê, şeş yemenî kuştin û 8 kseên din birîndar kirin.

 Erebistan bi piştgiriya  Emerîkayê ,Îmarat û çend welatên din ji Adara 2015`an  êriş kiriy ser Yemenê û hevgav ev welata  dorpêça bejahî, deryayî û hewayî kiriye.  Şerxwaziya  Erebistanê li Yemenê bûye sedema  kuştin û birîndarbûna bi dehan  hezar yemeniyan.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*