Cinayeta nû ya hevalbendiya emerîkî li Sûriyê

Cinayeta nû ya hevalbendiya emerîkî li Sûriyê

24 kesên sivîl li encama êrişa sêşemiyê şevê ya balefirên cengê yên hevalbndiya qaşo navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê ya bi pêşengiya Emerîkayê ser Dêrazorê li rojhilata Sûriyê, hatin kuştin.

Li gorî rapora IRNA`yê, balefirên cengê yên hevalbendiya  emerîkîcihê kombûna  awareyên sûrî li başûrê rojhilata Dêrazorê dan ber êrişan.

 Li encama vê êrişê, hejmarek jî birîmdar bûn.

  Balefirên  hevalbendiya emerîkî  roja  yekşemiyê jî kampa  awareyên  sûrî li navçên  Zehre El-Elûnî û El-Şefeqê li derdora Dêrazorê bombebaran kirin ku li encama wê 29 kesên sivîl hatin kuştin.

 Dewleta Sûriyê bi caran  bi şandina nameyê bo Sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên  Yekbûyî û serokê Konseya Ewlehiyê ji wan xwestiye ku dawiyê bidine cinayetên  hevalbendiya emerîkî li Sûriyê.

 Emerîka li salên buhurî bi caran bi mehna rawestana  li ber komên  terorîstî, xelkê sivîl  li Sûriye û Iraqê  daye ber êrişan.
...............................
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam
haj 2018