Rêberê inqilabê:

Ciwanên bawermend bi têkbirina DAIŞ`ê, Amerîkaya zorbêj tewandin

  • Kodê Nûçe : 868557
  • Çavkanî : Sahar TV
Brief

Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî pêgirî kir: Dijmin kîna xwe ji her alîyî ve dijwar kirîye ta ku berxwedana ku hasila fikra inqilabî û islamî li navçê ye, ji nav bibe lê, ciwan û mêrên bawermend û berxwedêr, bi jinavbirina tov û gillêya kanserê DAIŞ, dijmin tewandin û têgeha ``em dikarin`` careka din ji bo her kesî isbat kirin.

Hezretê ayetulah Xaminêyî vê sibê li hevdîtina digel bi hezaran besîcîyên ji seranserî Îranê got: Komara Islamî ya Îranê bi alîkarî û rêvebirîya Xwedê teala û hişyarîya Îmam Xumêynî (RE) û têkoşîna gel karî islama ku arizûya misilmanan bû di çarçova pergaleke sîyasî de pêk bîne û xîmên wê yên seretayî danîn.

Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî, anegorî ayetên Quranê, berxwedana di rêya Xwedê de him sedema sewaba oxrewî û him miza dunyewî ango rûmet, iqtidar û pêşketin zanî û got: Komara Islamî ya Îranê eva 38 sal in ku li hemberî kînên zorbêjan, sîyonîzm û paşveroyan sekinîye lê, roja îro bi sedan renge jî bi hezaran beranberî pêşketîtir û xuttir ji destpêka inqilabê ye û eva wateya miza dunyewî ya berxwedanê ye.

Hezretê ayetulah Xaminêyî, bandordanîna nifşa ciwan û bawermend a Îranê li navçê tevî ku vê nifşê dewrana inqilabê, Îmam Xumêynî (RE) û dewrana Berevanîya Pîroz  nedît û fem nekir, ji moicizeyên inqilaba islamî bi nav kir û got: We ciwanan karîye Amerîkaya zorbêj bitewînin.

Rêberê qedirgiran ê inqilabê, moral, hest û vîna besîcîbûnê sedema rastîn a jinavbirin û kokbirrkirina DAIŞ`ê wek gillêya kanserê zanî û got: Dijminan hewl dan bi saya vê koma tekfîrî û neinsan, bûyerekê li dijî Bereya Berxwedanê saz bikin lê, ciwanên bawermend bi coş û moralê derbasî meydana têkoşînê bûn û dijmin tewandin.

Hezretê ayetulah Xaminêyî herwiha got: Çend komployên bi dû hev ên Amerîka, sîyonîzm û paşverotîyê li navçê bi saya iqtidara Komara Islamî hatin pûçkirinê ku yek ji wan têkbirina DAIŞ`ê bû.

Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî, jinavbirina vê koma tekfîrî û neinsan bi saya vîn û hewldana ciwan û mêrên bawermend û hewldana hemî kesên ku bawerîya xwe li berxwedanê hene, karekî zef mezin zanî û got: Li hin welatên cînar jî bawerîya bi şîyana jinavbirina DAIŞ`ê tinebû lê dema ew ketin meydanê, bi çavê xwe serketin dîtin û peyama inqilaba islamî `` em dikarin`` bawer kirin.
................
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*