DAÎŞ piştî Mûsilê li Reqayê jî li ber têkçûnê ye

  • Kodê Nûçe : 839565
  • Çavkanî : kurdpress
Brief

Şervanên QSD`ê roj bi roj xetên parastinê yên çeteyên DAIŞ`ê li Reqayê têk dibin û pêşveçûyîna xwe ber bi navenda bajêr ve dewam dikin.

Hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê di roja 23`yemîn de didome. Şervanên QSD`ê heta niha 6 taxên Reqayê (El-Meşleb, Sînaa û Betanî li aliyê rojhilat û Sibahiyê, Romaniyê û El-Qadisiyê aliyê rojava) rizgar kirin. Li taxên Hitîn, Yermûk û El-Nehda yên aliyê rojava û taxa El-Rewda li aliyê rojhilatê bajêr, şerên giran rû didin.

Li taxa El-Nehda ku yek ji xetên parastinê yên çeteya ne, ji aliyê şervanên QSD`ê ve hat şikandin û şervan di taxê de bi pêşve diçin

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*