Darizandina Şêx Îsa Qasim taloqî 17 Gulanê hate kirin.

  • Kodê Nûçe : 817660
  • Çavkanî : Abna
Brief

Piştî despêkirina celseya dadgehê ya darizandina Şex Îsa Qasim, berdewama darizandina wî taloqî 17 Gulanê hate kirin.

Piştî despêkirina celseya dadgehê ya darizandina Şex Îsa Qasim, berdewama darizandina wî taloqî 17 Gulanê hate kirin.

Çend roj in ku deverên cûrecûr yên Behreynê dibin şahidê xwepêşandanên berfreh ji bo piştgiriya Şêx Îsa Qasim û esnafan bi mebesta xwedî derketina li rêberê Şiîyên vî welatî, derîyê dikanên xwe daxistin û tetîl kirin.

Wezareta welatê Behreynê li 31ê Hezîrana sala çûnî, bi angaşta ku ev alimê bijarte yê Şiî asûna/pozîsyona xwe ji bona ‘berjewendiyên bîyanî û belavkirina tundîya firqeyî’ bikar anîye, hemwelatîya wî betal kir.

Şêx Îsa Qasimê ku wek rêberê manevî yê şoreşa Beyhrenê tê nasîn, piştî ku welatê Behreynê li sala 1971 hate damezrandin ji Necefa Eşrefê vegerîya vî welatî û bi piranîya dengan kete meclisê û heya îptalkirina wê, endamê meclisa netewî ya Behreynê bû.

Ji Sibata sala 1389an bi vir ve welatê Behreynê bûye qada xwepêşandanên li kolanan û gelê vî welatî daxwaza roxandina rejîma Alê Xelîfê û azadîya zindanîyên sîyasî dikin.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*