Daxûayniya Erebistan, Îmarat, Behreyn û Misrê li dijî Qeterê

Daxûayniya Erebistan, Îmarat, Behreyn û Misrê li dijî Qeterê

Erebistan, Îmarat, Behreyn û Misr bi daxûayniyekê Qeter bi gurrkirina agirê nakokiyê navbera enadmên Konseya hevkariya kendava Farsê tawanbar kirin.

 Li gorî rapora IRNA`yê,li vê daxûyaniyê hatiye ku  divê qeterî di  navbera parastina  rêzikên cînaretiyê an binpêkirina  qanûnên navneteweyî û piştgiriya ji terorîzmê de, yekî hilbijêrin û tişta ku ji Qeterê tê xwestin, rawestandina piştgiriya ji rêxistinên terorîst û qutkirina demdildest a alîkarîyên  aborî bo wan e.

 Li vê daxûyaniyê ji kiryarên  mîrê Kuweytê ji bo çareserkirina  aloziya navbera welatên endam ên konseya hevkariya Kendava Farsê piştgirî hatiyekirin û hatiye destnîşankirin ku mesela  pirsgirêka bi Qeterê re  ne ewqas giring e û divê bi hewldanên  Kuweytê were çareserkirin.

Qeter jî li bersiva daxûyania  hevpar a Erebistanî, Îmarat , Behreyn û Misrê ji Konseya mafên mirovan a NY xwest ku dawiyê bidine boykotên  zalimen yên  vî welatî li dijî Qeterê.

 Vê daxûayniyê li halekê ser rola Kuweytê bo çareserkirina  qeyrana  navbera çar welatên Erebistan, Îmarat , Behreyn û Misrê  bi Qeterê re , sekiniye ku çend  sietan piştî weşandina vê daxûyaniyê, Donald Trump, serokkomarê Emerîkayê li peywendiya telefonî bi Temîm Bin Hemd Alê Sanî,mîrê qeterê, ew vexwend Emerîkayê.

 Li vê peywendiya telefonî, her du alî ser berfirehkirina  peywendiyên  navbera Emerîka û Qeterê li hemî waran bi tabet li warê rawestana li ber terorîzmê sekinin.

 Heftiya buhurî  hat ragahndin ku Donald Trump serokkomarê Emerîkayê dixweze li buhara 2018`an  bi vexwendina  rayedarên  Konseya hevkariyê ya  kendava Farsê,  dawiyê bide nakokiya navbera Qeter û cînarên  wê.

Erebistanî, Îmarat , Behreyn û Misr ji 5 Hezîrana 2017an  Qeter bi piştgiriya ji terorzîmê û cihanîna  boykotên  berfireh tawanbar kirin û hemî peywendiyên  xwe bi vî welatî re qut kirin. Sînorên  bejahî, deryayî û hewayî yên  xwe bi Qeterê re girêdan. Qeterê jî tim ev tawan red kirine.
.............
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

haj 2018