Daxûyaniya Konseya Bilind a giştpirsiyê li Herêma Kurdistana Iraqê

  • Kodê Nûçe : 855973
  • Çavkanî : Sahar TV
Brief

Konseya Bilind a lidarxistina giştpirsiya cidabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê xebera paşdexistina vê giştpirsiyê derew da zanîn û raghand ku tiştê ku kurê Celal Talibanî serokê Partiya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistana Iraqê li vê barê gotiye bîr û raya wî ya kesane bûye.

 Konseya Bilind a lidarxistina giştpirsiya cidabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê xebera paşdexistina vê giştpirsiyê derew da zanîn û raghand ku tiştê ku kurê Celal Talibanî serokê Partiya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistana Iraqê li vê barê gotiye bîr û raya wî ya kesane bûye.

Li gorî rapora  IRIB Newsê, û ji zarê navenda  nûçan a Bexdad El-Yewmê, Konseya Bilind a giştpirsiyê li Herêma Kurdistana Iraqê berêvara şemiyê bi daxûyaniyekê got: Qebûlkirina  pêşniyara  emerîkî-navneteweyî jibo paşdexistina  giştpirsiyê li gor  tiştê ku kurê Celal Talibanî xistiye rojevê,  rast nîne.

 Nivîsgeha  serokatiya Herêma Kurdistana Iraqê jî gotinên kurê Celal Talibanî li bara paşdexistina  giştpirsiay cidabûnê li Herêma Kurdistanê derew dan zanîn.

 Pêştir mêdyayên iraqî ji zarê kurê sêkrêtêrê giştî yê YNK argahndin: Du partiyên sereke yên Herêma Kurdistana Iarqê, yanê PDK`ê û YNK`ê plana  Emerîka û  NY li bara paşedxistina  giştpirsiya cûdabûnê pesend kirine.

Li gor nûçeyeke din, Fuad Mesûm serokkomarê Iraqê roja şemiyê li Bexdayê  bi taximek ji Konseya Bilind a giştpirsiyê li Herêma Kurdistana vî welatî re civiya.

Dewleta Iraqê hişyarî daye Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana vî welatî ku lidarxistina  giştpirsiya  cidabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê neqanûnî ye û divê hetahetayê were betalkirin. Ev giştpirsî biryar e du rojên din  were lidarxistin.
...............
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*