Dewama êrişa artêşa Sûriyê ser pêgehên terorîstên DAIş`ê li başûra Şamê

Dewama êrişa artêşa Sûriyê ser pêgehên terorîstên DAIş`ê li başûra Şamê

Hêzên artêşa Sûriyê carek din pêgehên terorîstên DAIŞ`ê li navça Hecerel-Eswedê û kempa Yermûkê li başûra Şamê kirine hedefa êrişên xwe.

Li gor rapora rapora telivîzyona El-Meyadîn a Lobnanê, Hêzên artêşa Sûriyê îro yekşemê  carek din pêgehên terorîstên DAIŞ`ê li navça Hecerel-Eswedê û kempa Yermûkê kirine hedefa mûşekên xwe û hatiye ragihandin ku ev operasiyona hetanî azadkirina van navçan tê domandin.

Telivîzyona Al-Alamê jî ragihand: Li êrişa topxaneyî ya artêşa Sûriyê ser navça Hecerel-Eswedê û tonila ku terorîstan li vê navçê jê istifade dikirine, parek ji terorîstên DAIŞ`ê hatine kuştin.

Dewleta Iraqê jî li daxûyaniya xwe ya îro yekşemê ji kuştina 36 endamên terorîstên DAIŞ`ê ji wan qumandekî vê grûpa terorîstî li êrişa roja pêncşemê ser pêgehên terorîstan li nav axa Sûriyê xeber da.
..................
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Arba'een
Moharam
haj 2018