Dewama şer û pevçûna di navbera hêzên kurd yên Sûriyê û artêşa Tirkiyê û terorîstên bin fermana Enqerê

Dewama şer û pevçûna di navbera hêzên kurd yên Sûriyê û artêşa Tirkiyê û terorîstên bin fermana Enqerê

Şer û pevçûna di navbera hêzên kurd yên Sûriyê û artêşa Tirkiyê û terorîstên bin fermana Enqerê li derûdora Efrînê bo roja 13-an berdewam e.

Li gor rapora ajasa nûçan a Fars News`ê, şer û pevçûna di navbera hêzên kurd yên Sûriyê û artêşa Tirkiyê û terorîstên bin fermana Enqerê li roja 13-an jî berdewam e û hatiye ragihandin ku li êrişa artêşa Tirkiyê û terorîstên bin fermana Enqerê ser axa Sûriyê ku Tirkiyê ji vê êrişê ser navê Operasiyona Çiqla Zeytûnê nav biriye, 15 eskerên Tirkiyê hatine kuştin û herwisa hatiye ragihandin artêşa Tirkiyê çek û sîlahên nû bo navça Endan li nîzikiya Efrînê musteqer kiriye.

Eskerên Tirkiyê û terorîstên nasyar bi Artêşa Azad a Sûriyê dewm dane êrişên xwe yên ser derûdora Efrînê û di navbera wan û hêzên kurd yên Sûriyê (YPG û YPJ) şerekî giran didome û Tirkiyê ji erd û esmîn navçên derûdora Efrînê li bakûra Sûriyê kirine hedefa êrişên xwe.

Firokên şêr yên Tirkiyê îro jî gundê Hemamê li nîzikiya bajarê Efrînê bombebaran kirin ku di encamê da 2 kesên sivîl ji wan zarokek hatiye kuştin.

Navenda medyayî ya HSD jî ji kuştina 15 eskerên Tirkiyê li gundê Bûkî li nîzikiya Efrînê xeber da.

hatiye ragihandin ku Hêzên YPG`ê çarşemê şev li gundê Bûkiyê li nîzikiya Efrînê êrişî ser artêşa Tirkiyê kirin ku di encamê da 15 eskerên Tirkiyê li vê êrişê hatine kuştin.

Hêzên YPG û YPJ`ê pêştir jî ragihandibûn ku wan 3 eskerên Tirkiyê li gundê Xelîl kuştine.

Bingehên duxtoriya nexweşxaneya Efrînê duh li bara qewimîna karesata mirovî li vî bajarî hişyarî dabûn û ragihandibûn rewşa birîndarên şêr li Efrînê û navçên derûdora vî bajarî xirab e û dewa-derman li Efrînê li halê kutabûnê ye.

Bingehên nûçan li Efrînê jî ragihandin karwanek dine eskerî li Kefer Besînê li rojavaya Endanê ketine nav pêgehekî Tirkiyê.

Ji aliyê dinve hatiye ragihandin, hêzên kurd yên Sûriyê li Cindirîsê pîşiya êrişên artêşa Tirkiyê girtin.

Hêzên Tirkiyê dixebitin ta ku bikevin nav Cindirîsê lê hetaniha li van êrişên xwe ser neketine û bona vê hedefê artêşa Tirkiyê du navçên Basûfan û Borca Solêyman kirine hedefa êrişên xwe.
..............
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Quds cartoon 2018