Dewama seredana rêberê inqilabê ya deverên erdhejlêketî

  • Kodê Nûçe : 868102
  • Çavkanî : Sahar TV
Brief

Hezretê ayetulah Xaminêyî rêberê giranqedir ê inqilaba islamî li dewama seredana deverên erdhejlêketî yên Kirmanşanê, çû seredana gundên Koîk Mecîd, Koîk Ezîz, Koîk Hesen, Serab Zehab û Kela Behadorîyê.

Hezretê ayetulah Xaminêyî li koma xelkê van gundana tevî ku xwe şirîkê derd û xema mexdûran zanî, got: Min ji sietên destpêka bûyerê va bi awayekî berdewam şîretên pêwîst têkildarî şopandina halê xelkê li berpirsan kirine ta ku pişkeke ji pirsgirêkên we ezîzan bên çareserkirinê û xweşbextane hêzên çekdar û sivîl kar û xebatên baş kirine ku pêwîst e ev xebata bi awayekî xurt bidome.

Rêberê giranqedir ê inqilab islamî bal kişand ser xisarên giran ên erdhejê û jinavçûna tam a hin gundan û got: Ez ji ber ku we ciwanên bawermend û bicoş û geş ji nêzîk ve dibînim gellekî kêfxweş im û dilnîya me ku bi kerema Xwedê û bi hewldana berpirsan  ûvîna gel û we ciwanên xwoşdivî, gundên hanê yê ji berê çêtir bên avakirin.

Hezretê ayetulah Xaminêyî ji Xwedê teala sebir, aramî û rehmet ji bo jin û mêrên egît û bawefa yên Kirmanşanê xwest û got: Îro rojê em li van telatîyana û xeman şirîkê we ne û hêvîdar in ku hûn bikaribin jîyaneke nû ava bikin ta ku em li şayîyan jî bibin şirîkê we û ev bûyera bibe hecetek ji bo kêmkirina derdên niştecihên gundên Kirmanşanê ku berî erdhejê jî gellek pirsgirêkên wan hebûn.

Civîna şopandina pirsgirêkên mexdûrên erdhejê û biryardana têkildarî jinûve avakirin û alîkarîya bo xelkên van deverana bi amadebûna rêberê giranqedir ê inqilabê û berpirsên têkildar didome.

Rêberê giranqedir ê inqilabê vê sibê ji bo seredana deverên erdhejlêketî derbasî parêzgeha Kirmanşanê li rojavaya Îranê bû.
...............
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*