Di êrişa hawayî ya rejîma Siûdî bi ser Yemenê de 15 endamên malbatekê hatin qetilkirin.

  • Kodê Nûçe : 840461
  • Çavkanî : Abna
Brief

Balafirên şer ên koalîsyona êrîşkar a bi serkirdetîya Erebîstanê, li rojavayê Yemenê li barêzgeha Taîzê êrişî malekê kirin û di encama vê êrişa hovane de 15 kes şehîd ketin. Kesên şehîdketî hemî endamên malbatekê bûn.

Ajansa Nûçeyan a Abnayê ragihand, di êrîşa balafirên bombaranê yên Erebîstanê bi ser maleke meskûnî ya li bajarê Taîzê de herî kêm 15 kesên sivîl hatin kuştin.

Li gorî ragihandina malpera nûçeyan a el-Mesîra ya Yemenê, balafirên şer ên Erebîstanê li devera Yextel ya li rojavayê parêzgeha Taîzê, maleke sivîl bombebaran kirin û di encam vê êrişa hovane de hemû kesên ku li vê malê bûn, şehîd ketin û hêzên îmdadger jî cesedên parçe parçe bûyî yên heft zarok û heşt jinan ji bin enqazê anîn der.

Li rojên borî de êrişên hawayî yên Erebîstanê bi ser Taîz, Saade û bi ser deverên din ên Yemenê de zêde bûne.

Ligel ku koalîsyona Siûdî 820 roj in êrişî Yemenê dike û heya niha 15 hezar kesên sivîl şehîd kiriye, rayedarên rejîma Siûdî hewl didin lekeya vê cinayetê ji enîya xwe paqij bikin.

Serokê navenda binavê alîkarîyên mirovane yên kêxetîya Erebîstanê Abdullah er-Rebîa ji rojnameya Independentê re got: Erebîstyan li Yemenê mirovên sivîl nakuje û alîkarîyên însanî û mirovane ji gelê Yemenê re dişêne!

Wî ev îdîa jî kiriye ku Erebîstanê rêjeya herî bilind a alîkarîyên mirovane ji Yemenê re şandiye!

Hal ev e ku Neteweyên Yekbûyî berî niha ragihandibû, mirina mirovên sivîl li Yemenê herî zêde ji ber êrişên hewayî rûdane.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*