Di êrîşa hovane û terorîstî ya ku li Helebê li dijî Şiîyan pêk hat de; 118 kes şehît ketin û 224 kes jî birîndar bûn.

  • Kodê Nûçe : 824057
  • Çavkanî : Abna
Brief

Çavkanîyên Sûrî ragihandin hejmara kesên şehîdketî di êrîşa întîharî ya li dijî otobusên ku şênîyên bajerokên şiînişîn ên Fua û Keferyayê lê siwar bûn, gihîşte 118 kesî.

Ajansa Nûçeyan a Sputnîkê li gorî ragihandina çavkanîyeke bîmaristanî diyar kir di teqîna terorîstî ya li dijî otobusên ku ji şênîyên bajerokên Şiînişîn ên Fua û Keferyayê re hatibûn terxankirin de hejmara kesên şehîdketî gihîşte 118ê û ya birîndaran jî gihaye 224 kesî.

Êrîşa hovane, roja Şemîyê nêzîka danê êvarê li taxa Raşîdînê ya ser bi bajarê Helebê dema ku xelqê sivîl ên ji Fua û Keferyayê hatibûn û li taxa navborî kom bûbûm, pêk hat.

Unsurekî terorîst bi otomobîleke bombebarkirî li devera Raşîdînê nêzîkî otobusan bû û xwe teqand.

Li gorî agahîyên dawîn grûba terorîst ya Ehrarên Şamê berpirsyarîya êrîşa hovane girt ser xwe.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*