Rêberê Giranqedr ê Înqilaba îslamî:

``Divê rê neyê dayîn ku bîra şehîdan ji ber rûvekên derewîn ji nav biçe``

  • Kodê Nûçe : 870821
  • Çavkanî : Sahar TV
Brief

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba îslamî bal kişande ser girîngiya zindîragirtina bîr û navê şehîdan û morala fedakarî û şehadetê û got: ``Kesayetiyên herî ron ên dîroka me di sedsalên dawî da ew ciwanên fedakar bûn ku berevaniya Îran û Înqilabê kirin``.

Gotinên Rêberê Giranqedr ê Înqilaba îslamî li hevdîtina bi berpirsên Kongreya 12 Hezar şehgîdên Parêzgeha Azerbaycana Rojava ku roja 22`ê Cotmeha sala 2017an hatibû lidarxistrin, sibeha îro anku Yekşemiyê li cihê vê civînê li Ûrmiyê ( li bakurê rojavaya Îranê) hatin weşandin.

Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê Giranqedr ê Înqilaba îslamî li vê hevdîtinê bal kişûande ser vê rastiya dîrokî ku her carê ku mêrên têkoşer û fedakar nehatine meydanê, Îran tûşî têkçûnê bûye û her cara ku weke serdema Bwerevaniya Pîroz (Şerê sepandî ya Iraqê dijî Îranê) mêrên mezin û mêrxas hatine meydanê, welat serbilind bûye,, her wiha got: ``Divê rê neyê dayîn ku ji ber hin rûvekên derewîn û mezinahiyên derew, nav û bîra şehîdan ji nav biçe û kevn bibe û çalakiyên weke Kongreya Şehîdan, dijî jehra wê komplo û tevgera jehrî ye``.

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba îslamî tevî sipasiya ji amadebûna gelê fedakar ê parêzgeha Azerbaycana Rojava li têkoşîna dijî dijminan ji destpêka serketina Înqilabê va û got: ``Sebr û tamila gelê parêzgeha Azerbaycana Rojava li meydana têkoşînê û li hemberî bûyerên dijwarû  ecêb weke bombarana kîmyayî ya Serdeştê nîşana mezinahiya gelê vê parêzgehê ye``.

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba îslamî, Hezretê ayetullah Xamineyî tevî pêgiriya li ser pêwîstiya nasandina taybetmendî û xalên berbiçav ên manewî yên Azerbaycana Rojava bo Îraniyan, got: ``Parêzgeha Azerbaycana Rojava bi mêrxasî li hemberî komplo û bûyeran li ber xwe da û divê ev mezinahî û mêrxasî bo gelê welêt were nasandin``.
..............
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*