Dorpêça yekîneya taybet a DAIŞ`ê li Reqê

  • Kodê Nûçe : 847020
  • Çavkanî : Sahar TV
Brief

Komek ji hêzên taybet ên koma terorîst a DAIŞ`ê li bajarê Reqayê li bakûra Sûriyê, ketin dorpêça Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD).

Komek ji hêzên taybet ên koma terorîst a DAIŞ`ê li bajarê Reqayê li bakûra Sûriyê, ketin dorpêça Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD).

Li gorî rapora ISNA`yê, Bert MkGurk, nûnerê dewleta Amerîkayê li hevalbendiya dijî DAIŞ`ê, ji dorpêçkirina yekîneya taybet a operasyonên derveyî ya koma terorîst a DAIŞ`ê li bajarê Reqaya paytexta xwebinavkirî ya vê komê li bakûra Sûriyê agahî da. Wî got: Ev yekîneya berpirsa cihanîna operasyona terorîstî ya li welatên din e. Ev yekîneya piştî dorpêçbûna Reqayê, êdî nikare li Ewrûpayê, êrişên terorîstî yên wekî li Brûksel û Parîsê, êrişên terorîstî pêk bîne.

Li gorî vê raporê, artêşa Sûriyê jî piştî azadkirina Sexneyê, pêgeha dawîn a DAIŞ`ê li parêzgeha Humsê, operasyonên xwe yên li bereyên curbicur bi taybet li parêzgeha sînorî ya Dêrezor û navçeyên ser bi wê berdewam dike.

Her di vê çarçoveyê de, hêza hewayî ya artêşa Sûriyê, pêgehên terorîstên DAIŞ`ê li gundê Bexîliye li bakûra rojava vê parêzgehê dan ber bombeyan.Herwiha rêxistina Çavdêra Mafên Mirovan a Sûriyê, ser bi dijberên sûrî ragihand ku 10 terorîstên DAIŞ û Bereya El-Nusreyê di encama operasyonên artêşa Sûriyê û hêzên Berxwedana Îslamî de li bereyên curbicur ên vî welatî li roja yekşemiyê de hatine kuştin.

Li gorî nûçeyeka din artêşa Sûriyê bilindahiyên Esedî, Carîn Û El Riyahînê û navçeya Beir El Sabûnî li parêzgeha Suweydayê li başûra Sûriyê, ji destê DAIŞ`ê derxistin. Artêşa Sûriyê îro sêşemiyê karî jibilî azadkirina van navçeyan, terorîstên DAIŞ`ê ber bi navçeya Beir El Sewtê ku ketiye rîfa başûra rojhilat a Suweydayê li başûra Sûriyê û li ser sînorê Urdinê, bişopîne û paşda bikişîne.

Artêşa Sûriyê, roja yekşemiyê jî karî navçeya El Zebîyî, bilindiyên El Esediye û El Herdiye li başûra bendava El Zulfê û navçeyên Beir El Refayê û Beir El Herdiye ku ketiye rojhilata Til Şeabê li başûra rojhilata vî welatî, bigirin destê xwe.

Din encam vê operasyonê û operasyonên berê de, artêşa Sûriyê kariye heya niha 100 kîlometreya çarkunc li parêzgeha Suweydayê azad bike.
.............
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam