Erdoxan ji bo rawêjkariya li ser qeyrana Qeterê çû Kuwêytê

  • Kodê Nûçe : 843952
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Receb Teyib Erdoxanê serokomarê Tirkiyê ku ji bo gotûbêja li ser qeyrana Qeterê di serê taximeke derecebilind roja Yekşemiyê berê xwe dabû welatên dorhêla Kendava Farsê, piştî gotûbêja digel rayedarên Erebistanê, berê xwe da Kuwêytê.

Receb Teyib Erdoxanê serokomarê Tirkiyê biryar e ku li vê seferê digel rayedarên sê welatên Erebistan, Kuwêyt û Qeterê li bara qeyrana pêkhatî li peywendiyên  Qeterê û hin welatên ereb ên navçeyê gotûbêjê bike û rola navbeynkarekî li vê navberê bilîze.

Receb Teyib Erdoxanê serokomarê Tirkiyê biryar e bi sefera xwe ya Dûheyê, tev rayedarên vî welatî hevdîtin û gotûbêjê pêk bîne.

Armanca vê sefera Erdoxanê serokomarê Tirkiyê, pêkanîna hevdîtinan digel rayerdarên welatên ereb, hewildana ji bo navbeynkariya li bara qeutkirina peywendiya hejmareke welatên ereb digel Qeterê hatiye ragihandin.

Erebistanê û hevpeymanên vî welatî yanê Misr, Mîrnişînên Yekbûyî yên Erebî (Imarat) û Behrêynê roja 5`ê Hezîrana 2017`an bi daxûyaniyên cuda birrîna peywendiyên xwe yên dîplomatîk tev Qeterê ragihandin û hin boykot dijî vî welatî sepandin.

Van çar welatan Qeter tawanbar kirin ku pişta tevgera erebî bi serkirdayetiya Riyazê nagire.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam