Erdoxan û Selman li ser dosyeya Xaşiqçî bi hev ra axivîn

 Erdoxan û Selman li ser dosyeya Xaşiqçî bi hev ra axivîn

Serokomarê Tirkiyê bi riya têlêfonê bi paşayê Erebistanê ra derbarê dosyeya xaşiqçî, rojnamevanê rexnekirê siûdî axivî.

Erdoxanê serokomarê Tirkiyê û Selman bin Evdilezîz paşayê Erebistanê Îniyê bi şev li vê gotûbêja têlêfonî, li ser girîngiya dewama hevkariyên dualî li dosyeya Camê Xaşiqçî pêgirî kirin.

Beriya viya, Mewlûd Çawûşoxlû wezîrê karên derve yê Tirkiyê ragihand ku lêkolînên derbarê kuştina Xaşiqçî serketî bûne û hin agahî hatine bidestxistin û piştî kemilîna pêvajoya lêkolînê, encamên wê dê bi awayelî ron û zelal û bêyî  girtina aliyê welatekî, bo cîhanê were ragihandin.

Cemal Xaşiqçî roja 2ê Cotmeha 2018an piştî derbasbûna nav konsolxaneya Erebistanê li bajarê Istenbûlê ji bo tomarkiirna fermî ya Zewaca xwe, wenda bû.

Mêdyayan çend rojan piştra aşkira kirin ku Xaşiqçî li nav avahiya konsolxaneyê hatiye kuştin û cesedê wî bo derveyî konsolxaneyê hatiye veguhestin. Ew ji aliyê kesên ser bi Alê Siûd va hatiye kuştinê.

Civaka Navneteweyî daxwaza bersivdayîna Riyazê li vî warî da kiriye.

Navê Cemal Xaşiqçî, rojnamevanê rexnekirê Rêjîma Siûdî di lîsteya kesên girtî û di bin şopandinê da ya Riyazê bû.

Di roja hatina Cemalê xaşiqçî bo nav konsolxaneya Erebistanê li Istenbûlê û wendabûna wî, çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku 15 rayedarên ewlehiyê yên Erebistanê bi firokeyê gihîştin bajarê Istenbûlê û piştra berê xwe dan konsolxaneya Erebistanê li vî bajarî û hema rojê jî terka Istenbûlê kiirn.

..............

300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

haj 2018