Erebeya siyonîstan pê li jineke filistînî kir

  • Kodê Nûçe : 841342
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Bajaroknişînekî siyonîst li bakurê El Xelîlê li başûrê Perravên Rojavayî yên Çemê Urdinê bi erebeya xwe li jineke ducanî ya filistînî da.

Li gorî rapora navenda ragihandinê ya Filsitînê, Ebîr Besam Cewabire, jina 28 salî ya filistînî îro yekşemiyê piştî ku ji aliyê bajaroknişînê siyonîst va kete bin erebeyê, birîndar bû û bo nexweşxaneyê hat veguhestin.

Roja Îniyê jî bajaroknişînekî siyonîst bi erebeya xwe pê li Omer Ehmed Ebu Xeliyon kir û piştî veguhestina wî bo nexweşxaneyê, şehîd bû.

Ji dema pêkhatina Serhildana Qudsê (Întifaze) di Cotmeha sala 2015`an da, bajaroknişînên siyonîst bi lêdana bi erebeyê li filistîniyan, hejmareke wan şehîd û gellek jî birîndar kirine.

 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*