Serokê berê yê nivîsgeha Xaca Sor li Yemenê:

Erebistanê jêravahiyên Yemenê kavil kirine

Erebistanê jêravahiyên Yemenê kavil kirine

Serokê berê yê nivîsgeha Xaca Sor li Yemenê duh sêşemê bal kişande ser viya ku Erebistanê jêravahiyên Yemenê kavil kirine û got: Bona normalkirina rewşa Yemenê hewcetî bi pilaneka demdirêj heye.

Li gor rapora IRIB News`ê, Eliksandêr Fît serokê berê yê nivîsgeha Xaca Sor li Yemenê li gotûbêja xwe ya duh sêşemê tev telivîzyona Raşatûdêyî destnîşan kir: Kirîza xwarekê û rewaca nexweşiyên curbicur li nav xelkê Yemenê nîgeranî li bara Yemenê zêdetir kiriye.

Eliksandêr Fît roja yekşemiya bihurî jî ragihandibû ku 18 milyon kes ji xelkê Yemenê nikarin xwarek û vexwarina saxlem bînin dest û 7 milyon yemenî jî rastî kirîza xwarinê hatine.

Serokê berê yê nivîsgeha Xaca Sor li Yemenê herwisa ragihand ku pirsgirêkekî dine xelkê Yemenê ji ber tunebûna dewa-dermanan e û sala 2017 nîzikî milyonek ji xelkê Yemenê rastî nexweşiya klêreyê hatin.
................
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*