Balefirên cengê yên Rejîma Siyonîstî meqera eskerî ya tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê(HAMAS) li zîvala Gazayê bombebaran kirin.
Li gorî rapora IRIB Newsê, çavkaniyên nûçan vê sibê raghandin ku yek ji meqerên gurdanên Îzedîn Qisam, çiqa eskerî ya tevgera Hamasê li başûrê zîvala Gazayê, ket ber êrişa balefirên cengê yên îsraîlî.
Televîzyona libnanî ya Meyadînê jî raghand ku li encama êrişa balefirên cngê yên Îsraîlê ser rojhilata Şucaiyê li zîvala Gazayê filistîniyek şehîd ket.
Di hemendemê de, Fewzî Berhûm, berdevkê tevgera Hamasê ragahnd ku êrişa Rejîma Siyonîstî ser meqerên komên filritînê li Gazayê nîşana şepirzetî û heyrîmana vê rejîmê ji beşdariya berfireha gelê Gazayê li meşa mezin a mafê vegeryanê ye.
Meş û xwenîşandana Mafê Vegerê ya filistîniyan ku ji 30`ê Adarê ve dest pê bûye, kulmeka qahim li hewldana hin rejîmên Ereb ji bo hevhatina bi Rejîma Siyonîst û hewldana dewleta Amerîkayê ji bo ji navbirina armanca Filistînê di çarçoveya plana ser navê Danûstandina Sedsalê e.
Li gorî rapora Wezareta tendurstiya Filistînê, hejmara filistîniyên xwenîşander ku ji aliyê eskerên siyonîst li zîvala Gazayê ji 30 Adarê ve şehîd bûne gihêştiye 32 kesan û hejmara birîndaran gihêştiye zêde ji 3000 kesan ku halê 105 kes ji wan xirab e.
.............
300