Êrişa ser balefira sîxoriyê ya Tirkiyê li nêzîkî Efrîna Sûriyê

Êrişa ser balefira sîxoriyê ya Tirkiyê li nêzîkî Efrîna Sûriyê

Sîstema beervaniya hewayî ya hêzên gelanî yên Sûriyê, balefira sîxoriyê ya Tirkiyê li esmanê derbasgeha Ziyaretê li nêzîkî Efrînê li bakurê vî welatî da ber êrişan.

Li gorî rapora roja çarşemiyê ya  IRIB Newsê, televîayoan El-Meyadînê raghand: Êrişa ser balefira sîxoriyê ya  Tirkiyê li halekê  cih hat ku topxana  artêşa Tirkiyê bajarê Cidirisê nêzkî Efrînê li bakurê Sûriyê bi tundî gullebaran kirin  ku li encama wê peywendiya  gelê Efrînê tev navçên  di kontrola artêşa Sûriyê qut bû.

 Piştî operasyona  artêşa Sûriyê ser bajarê Efrînê wezareta karên derve ya  Sûriyê êrişa hêzên artêşê  ser vî bajarî şermezar kir û raghand ku ev kiryara  Tirkiyê binpêkirina  hakimiyeta neteweyî ya Sûriyê ye.

  Li gor nûçeyeke din  Emer Ûsî nûnerê kurd ê  parlemanê û serokê însiyatîva  kurdên Sûriyê bal kişand ser vê yekê ku  artêşa Sûriyê piştî hêzên  gelanî dê derbasî nava  Efrînê bibin û got: Plana  Tirkiyê li bakurê Sûriyê  planeke  kolonyalîstî ye û ev biryara  NATO`yê ye ji ber ku Tirkiye  endamê peymana  NATO`yê ye û ger  Emerîkayê qebûl nekira, êrişa Tirkiyê ser Efrînê  cih nedihat.

 Vî berpirsê kurd her wiha got: Birayên kurd li Yekînên  Parastina Gel divê baweriya xwe li Emerîakyê neynin ji ber ku Emerîka li yekim du riyê de  dê kurdan bifroşe Tirkiyê û hevpeymanê xwe li NATO`yê bernede û cih û şûna  sereke ya  Yekînên  Paarstina Gel, bereya berxwedanê li kêleka artêşa Sûriyê û Rûsiyê ye.

 Di eynî demê de  medya sûrî îro çarşemiyê raghandin: Piştî pevçûnên  komên terorîstî li parêzgeha  Idlibê, koma  terorîstî ya  teze damezriyayî ya bereya azadkirina  Sûriyê ya bajarê Erîhayê li vê parêzgehê ji lepên  koma terorîstî ya bereya El-Nusre derxist.

 Komên  terorîstî yên Ehrar Şamê û Nûredîn  Zenkiyê yekşemiya buhurî tevlî yek bûn  komeke terorîstî ya nû bi navê bereya  Rizgarîkirê Sûriyê ava kirin.
................
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam
haj 2018