Êrişa têrorîstan ser El Beisê li başûra Sûrîyê hat pûçkirinê

Êrişa têrorîstan ser El Beisê li başûra Sûrîyê hat pûçkirinê

Artêşa Sûrîyê êrişa têrorîstên Cebhet ul Nusrê ser nuqteya lêgerînê ya derdora şarê El Beisê li Quneyterê li başûra vî welatî pûç kir.

Li gorî rapora malpera El Ehdê, artêşa Sûrîyê di encama vê pevçûnê de 2 maşînên zêrehpûş ên têrorîstan têk birin û kesên di wan de li mêhwera El Beisê hatin kuştinê.

Di vî halî de, komên çekdar ên li Xûteya Rojhilatê Kolana Bexda ya Şamê dan ber hawanan.

Di encama êrişên duh ên têrorîstan ku bi hawanê ser Xûteya Rojhilatê pêk hatine de 3 sivîl hatin kuştinê û 60 kes jî birîndar bûn.

Li gorî rapora mêdyayên sûrî, helekoptêrên artêşa Sûrîyê duh li esmanê Xûteya rojhilatê daxûyanî belav kirin ku di wan daxûyanîyan de ji sivîlan hat xwestin, ji bo ku nekevin ber pevçûnên di navbera artêşa Sûrîyê û têrorîstan de, ji devera Xûteya Rojhilatê derkevin û dewlet jî ewlehî, bicihkirin, xwarek, xizmetên pizişkî û vegera ser malê piştî têkbirina têrorîstan ji bo kesên derkevin garantî dike.

Li gorî nûçeyeke din, artêşa Tirkîyê û têrorîstên ser bi wê, bajarê Cindirisê li başûra rojavaya Efrînê li bakûra Sûrîyê û gundên derdora wê dan ber top û hawanan.
............
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

haj 2018