Êrişa terorîstan ser Rîfa Şamê

Êrişa terorîstan ser Rîfa Şamê

i ber êrişa bi gullên hawanê ya terorîstan ser Rîfa Şamê paytexta Sûriyê 2 kes hatine kuştin û 4 kes jî birîndar bûne.

Li gor rapora ajansa nûçan a Sana`yê, Ji ber êrişa îro yekşemê ya bi gullên hawanê ji aliyê terorîstên Cibhetul-Nusreh ve ser malên xelkê li gundê Herfa li başûra rojavaya Rîfa Şamê paytexta Sûriyê 2 kes hatine kuştin û 4 kes jî birîndar bûne.

Terorîstên Cibhetul-Nusreh pê 20 gullên hawanê êrişî ser Rîfa Şamê kirine.

Pêştir jî terorîstên Cibhetul-Nusreh rêketina agirbesa li navçên ewleh yên Qûta Rojhilatî jî binpê kiribûn û pê êrişa bi gullên hawanê ser Kempa El-Wafidîn li Rîfa Demişqê hinek ji welatiyên sûrî birîndar kirin.

Terorîstên Cibhetul-Nusreh hin gund û bajarokên başûra Rojavaya Şamê dagîr kirine û ji aliyê Rejîma Siyonîstî tên piştgirî kirin .

Ji sala 2011an ku krîza Sûriyê destpê bûye heta niha 6 sal derbas dibin û ew krîza ji wê çaxê destpê bû ku Erebistan, Amerîka û hevpeymanên vî welatî piştevaniya terorîstan kirin ta ku dewleta qanûnî ya Bişar Esed sernixûn bikin lê vê siyaseta van welatan serê xwe negirt û niha ew pirs heye ku gelo xebatên navnetewî dikare bibe sebeba kutahîdana bi krîza Sûriyê.
..............
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*