Êrîşên hêzên yemenî li ser navendên destdirêjkerên yemenî

  • Kodê Nûçe : 841341
  • Çavkanî : Sahar Tv
Brief

Li êrîşên hêzên artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê li ser baregehên destdirêjkerên siûdî hejmareke destdirêjkeran hatin kuştin.

Li gorî rapora roja yekşemiyê ya kanala Al Alamê, li dû avêtina 20 mûşekan ji gemiyên şêr ên siûdî li ser malên xelkê li navçeya Mûzeyê li rojavaya parêzgeha Teêzê û êrîşa li ser bazara El Meşneqê li parêzgeha Seideya Yemenê ji aliyê firokeyên şêrr ên Erebistanê va, artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê bi opêrasiyoneke taybet navçeya El Cemayêma Cîzanê û navçeya Esîra Erebistanê dane ber êrîşên xwe yên giran.

Li vê opêrasiyonê bi dehan çekdarên siûdî hatin kuştin an birîndar bûn.

Artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê li navçeya leşkerî ya El Eşê li Necrana Erebistanê jî du leşkerên siûdî kuştin û kesek jî birîndar kirin.

Artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê li vê opêrasiyonê her wiha karîn ku bi bimbeyên destçêkirî erebeyeke zirêhî digel lêniştiyên wê bidin ber êrîşê.

Li vî halî hejmarek  ji hêzên kirêgirtî yên siûdî li derdora şaristana El  Mexayê li parêzgeha Teêza Yemenê hatin kuştin an birîndar bûn.

Erebistanê bi piştgiriya Amerîka û bi mehneya vegerandina Ebde Rebbeh Mensûr Hadî serokomarê îstîfakirî û reviyayî yê Yemenê bo ser desthilatê, êrîşên xwe ji 26`ê Adara 2015`an va li ser vî welatî dest pê kirin.

Encama êrîşên siûdiyan heta niha kuştina bi dehan hezar kesî  û birîndarkirina wan û awarekirina bi miliyonan kesî bûye.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*