Êrişên Tirkîyê ser Efrînê didomin, 27 kes hatin kuştinê û birîndar bûn

Êrişên Tirkîyê ser Efrînê didomin, 27 kes hatin kuştinê û birîndar bûn

Di encama êrişa Tirkîyê ser herêma Efrîna Sûrîyê de 7 kes hatin kuştinê û 20 kes jî birîndar bûn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, çavkanîyên kurdan ragihandin ku artêşa Tirkîyê ji vê sibê ve êrişên hewayî û yên bi topan ser deverên curbicur ên Efrînê girantir kirine.

Artêşa Tirkîyê êrişên ser bajarok û deverên Cindirs, Şêx Hedîd, Raco û Bilbilê li devera kurdnişîn a Efrînê ser bi parêzgeha Helebê giran kirine.

di encama êrişên duh ên bi topan ên artêşa Tirkîyê ser devera Efrînê de jî 16 sivîlên sûrî hatin kuştinê û çend kes jî birîndar bûn.

Di vî halî da Şahoz Hesen hevserokê PYD`ê got ku êrişa Tirkîyê ser Efrînê qeyrana Sûrîyê dijwar û aloztir kirîye.

Şahoz Hesen bêdengîya civaka navnetewî li hemberî êrişa ser şarê Efrînê jî rexne kir û ragihand: Bêdengîya civaka navnetewî tu xizmetekê nade çareserkirina qeyrana Sûrîyê û yê tenê qeyrana Sûrîyê aloztir bike.

Hevserokê PYD`ê bal kişand ser hewildana dewleta Tirkîyê ji bo dagirkirina Efrînê û got ku Tirkîye hewil dide demogirafîya vî bajarê Sûrîyê biguherîne.
..............
300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

Moharam
haj 2018